
Rûken Ehmed: Hewce bi avakirina komîteyên hevpar heye
- 09:07 23 Gulan 2025
- Rojane
Dîlan Babat
SILÊMANÎ - Endama têkilî, tifaq û siyaseta demorkatîk a Kongreya Star û endama komîteya amadekar a NADA'yê Rûken Ehmed, da zanîn ku divê bi dengekî hevpar xwedî li têkoşîna jinan bê derketin û got bi avakirina komîteya hevpar hewce bi ragîhandina tecrubeyên jinan heye.
Koalîasyona Jinan a Demokratîk a Rojhilata Navîn û Herêma Bakurê Afrîkayê (NADA) di navbera 15-17’ê Gulanê de li Silêmaniyê yekemîn kongreya xwe pêk anî û bi encamnayeê bi dawî bû. Di nîqaşan de belgeyên "şoreşa jinê" hatin pêşkêşkirin û di nîqaşan de bê navber manîfestoya konfederalîzma demorkatîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih girt.
Endama Têkilî, tifaq û siyaseta demorkatîk a Kongreya Star û endama komîteya amadekar a NADA'yê Rûken Ehmed ji ajansa me re axivî.
‘Konfederalîzma demokratîk pergalek alternatîf e’
Rûken Ehmed da zanîn ku NADA’yê wê sala borî kongreya yekemîn pêk bianiya lê ji ber sedemên ewlehiyê îsal pêk anîn e û got: “Me der barê armanc û girîngiya kongrya sê rojan de nîqaş meşand. Rapora 4 salan hat aşkerakirin. Kêmasî û xwerexnedayîn hatin kirin. Di roja ewil de têkoşîna jinan û tundiya li ser jinan hat nîqaşkirin. Em li ser qirkirina jinê ya di sêyemîn şerê cîhanê de sekinin û nîqaş hatin meşandin. Me li ser şerên li cîhanê, bandora wê ya li ser jinan, ekolojiyê nîqaş meşandin. Nîqaş kûr û girîng bûn. Ji 19 welatan jin tevli kongreyê bûn. Vê jî nîşan da ku li her derê têkoşîna jinan heye. Divê bi awayekî hevpar xwedî li têkoşîna jinan bê derketin. Her wiha hat nîqaşkirin ku li dijî divê pergalê konfederalîzma demokratîk bibe pergalek alternatîf.”
‘Belge hatin pêşkêşkirin’
Rûken Ehmed destnîşan kir ku di roja duyemîn a kongreyê de pêşniyar û çareserî hatine nîqaşkirin û mdoela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê esas hatiye girtin û got: “Li ser têkoşîna şoreşa jinan a li Rojava ku divê çawa bê belavkirin nîqaş haitn meşandin. L ise rşoreş ajinê me belge pêşkêş kirin û NADA li ser van belgeyan stratejiyek çawa pêk tîne axaftin hatin kirin. Yek ji vn belgeyan konfederalîzma demokratîk, ya din jî paradîgma azadiya jinê bû. Konfederalîzma demokratîk hat nîqaşkirin. Li ser girtiyan van belgeyan hat sekinandin.”
‘Divê komîteyên hevpar bên avakirin’
Rûken Ehmed daxuyakirin ku kêmasiyên ku berê NADA ketiyê li ber çavan hatine girtin û li ser xurtkirina rêxistibûnê sekinîne û got: “ Divê komîteyên herêmî bên avakirin. Divê jin di her qada civakê de cih bigirin. Di vê esasê de divê em piştgiriyê bidin hev. Divê têkoşînek civakî pêk bê. Ji Sûdanê heta Îranê, ji Fîlîstînê, ji bo hemû jinan banga piştgiriyê hat kirin. Ji ber vê bernameyên me li vir naqedin.Di gelek mijaran de divê em armancên xwe bi hev re diyar bikin. Divê bi şoreşa jinê em berbi civaka azad ve biçin. Divê pêşengiya civaka demokratîk bê kirin. Bi vî awayeî em dikarin zextan li ser hikûmet û pergalan bikin.”