Sîteya înternetê ya belgefîlma 'Vejîna Kurd' hat vekirin

  • 13:40 23 Gulan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêze - Belgefîlma Vejîna Kurd bi malpera xwe ya înternetê dest bi weşanê kir.   
 
Rêze - Belgefîlma ku ji aliyê Komuna Belgefîlma a Şehîd Gulistan Tara ve hate amadekirin, ji roja ku kete weşanê û pê ve ji ber astengî û zextên dewleta Tirk li ser qada medya dijîtal gelek caran hate qedexekirin. Piştî vê astengiyê, belgefîl li ser qenala Telegramê xwe gihand temaşevanan û niha jî wê li ser malpera înternetê weşana xwe bike. 
 
Rêze - Belgefîlma ku roja Çarşemê li Stêrk TV, roja Înê jî li Medya Haber TV tê weşandin, êdî li ser navnîşana ( https://t.me/taradokumanter ) a telegramê û li ser navnîşana ( www.kominatara.com ) ya malplera înternetê wê karibe bê temaşekirin.
 
Rêze - Belgefîlma ku heta niha 8 beşên wê hatine weşandin û rastî eleqeyeke mezin hat, beşa wê ya 9'emîn wê di demeke nêz de bê weşandin.
 
Di vê beşê de ku wê bi navê 'Şehadet' bê weşandin, mijarên; bikaranîna Pîlot (Necatî Kaya) li hemberî Rêber Apo, şehîdên Tevgera Apoyî yên wê demê Fevzî ASLANSOY, Alî Dogan YILDIRIM û Aydin GUL wê werin nirxandin.