Qeyûmê Wanê protokola peşîgirtina tundiyê fesh kir

  • 19:18 23 Gulan 2025
  • Rojane
WAN -Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyê bi Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê re protokola bi armanca pêşîgirtina tundiya li ser jinan û piştgiriya hiqûqî ya ji bo jinan îmze kiribû. Lê qeyûmê ku tayînê şaredariyê bû protokol bêyî hincet yek alî fesh kir.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê re di çarçoveya Qanûna Parêzerî û Şaredariyê de  protokola bi armanca pêşîgirtina tundiya li ser jinan û piştgiriya hiqûqî ya ji bo jinan îmze kiribû. Lê qeyûmê ku tayînê şaredariyê bû protokol bêyî hincet yek alî fesh kir.
 
Baroya Wanê der barê biryara qeyûm ya yek alî ya feshkirinê de daxuyaniyek li ser çapemeniya civakî da û got: “Ev protokol bi hevkariya rêveberiya herêmî û baroyê bi armanca piştgiriya jinên bê derfet hat avakirin. Protokol bi armanca xebatên perwerdehî û hişmendîkirinê hat kirin. Tundiya li ser jinê roj bi roj giran dibe û rakirina mekanîzmayeke pişgiriyê darbeyek mezine. Ev dibe sedem qelsbûna zemînên piştevaniyê. Em di mijara piştgiriya xizmeta ji bo jinê de berpirsyariya xwe wê bînin cih.”