Ji ANKA-DER’ê bernameya Cejna Zimanê Kurdî

  • 21:42 24 Gulan 2025
  • Rojane
ENQERE - ANKA-DER’ê di çarçoveya cejna zimanê Kurdî de bi dengbêj û çîrokbêjan bername pêk anî û di bernameyê de der barê dîroka gelê Kurd de çîrokan cih girt.
 
Li Enqereyê, ANKA-DER’ê di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna zimanê Kurdî de li Sahneya Şato Yazar, bi tevilbûna dengbêj û çîrokbêjan bername pêk anî. Gelek kes tevli bernameyê bûn. Di bernameyê de xwendekaran helbestên Kurdî û Kurmanckî xwendin. Piştî vê koroya zarokan strana ‘zimanê Kurdî’ gotin.
 
Piştre Komka Dengê Arî derket ser dîkê.  Çîrokbêj Ayhan Ekmen ligel klamên dengbêjan çîrokên der barê dîroka Kurd de vegot.
 
Piştr re jî belgeyên xwendekarên perwerdehiya zimanê Kurdî girtibûn hatin dayîn.