Berdevka DEM Patiyê: Civak li benda gavên şênber e

  • 15:44 24 Îlon 2025
  • Ramyarî
ENQERE – Berdevka  DEM Partiyê Ayşegul Dogan, diyar kir ku pêwîst e Parlamento li ser aştiyê bixebite û got ku pêvajo bi leza tê xwestin pêşve naçe. Ayşegul Dogan got, "Divê dengê Birêz Ocalan bê bihîstin û hem civak û hem jî siyaset li benda gavên şênber e."
 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî geşedanên di rojevê de li nvaenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Ayşegul Doganê, ewil bal kişand ser daxwaza betalkirina lijneya giştî ya CHP’ê û got ku ev ne meseleya CHP’ê ye lê meseleya demokrasiya Tirkiyeyê ye û xwest ev nêzikatî were bidawîkirin. 
 
Ayşegul doganê, bal kişand ser civîna MYK’a partiyê û got ku yek ji rojeva herî girîng jî muxalefeta civakî û ya siyasî bû. Ayşegul Doganê diyar kir ku yek ji tişta herî zêde girîngiyê didinê jî xurkirina lingê civakî yê pêvajoyê ye. Ayşegul Doganê got: “Civakîbûn, li ser bingeha dijbertiya pêvajoyê ava nabe. Ev senaryoyeke xetere ye. Hêj di serî de em kesên van lîstikan dilîzin hişyar dikin. Israra di neçareseriyê de bi xwe re dê êşê bîne. Lewma divê li şûna neçareseriyê, her kes piştgiriyê bide çareseriyê. Kesên van lîstikan dilîzin divê bizanin ku dê bi ser nekevin.” 
 
'Civak li benda gavên şênber e'  
 
Di berdewamê de Ayşegul Doganê anî ziman ku her kes pirsa “pêvajo di çi kîjan astê de ye” dike û wiha domand: “Raya giştî geşedanên erênî nabîne lewma pirsên neyînî dike. Ji bo bêbaweriya heyî ji holê were rakirin, gel dixwaze gavên şênber bibîne. Hem siyaset hem jî civak li benda gavên şênber e.” 
 
'Divê banga Ocalan bê nirxandin’  
 
Ayşegul Doganê, bi lêv kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangekî stratejîk e û wiha pê de çû: “Pêvajo, bi banga birêz Ocalan a 27’ê Sibatê re derbasî qonaxeke pir cuda bû. Ne bangekî taktîkî ye. Divê bi giştî were nirxandin. Ji mafê hêviyê heta hatina wî ya Meclisê, gelek tiştên hînbûnên heyî hildiweşand hatin kirin. Ev gelek biqîmet bûn.” 
 
Mesaiya aştiyê divê 
 
Bi domdarî Ayşegul Doganê bal kişand ser gotina Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş ku digot “Dê rapor were amadekirin û li ser sererastkirinên qanûnî bisekinin” û wiha axivî: “Daxuyaniyeke dereng e lê girîng e. Em dixwazin Meclis mesaiya aştiyê bike. Hêvîdarim serdema pêş bileztir bixebite û li ser sedemên esasî yên pirsgirêka Kurd were axaftin û pêşniyar bên kirin. 
 
'Divê birêz Ocalan bê guhdarîkirin' 
 
Em careke din bang dikin ku komîsyon li birêz Ocalan guhdarî bike. Divê komîsyo n li nerîn û pêşniyarên birêz Ocalan guhdarî bike. Ev yek mecbûriyeteke. Birêz Ocalan aktorek e û divê teqez lê were guhdarîkirin. 
 
Tecrîd didome
 
Sivikkirina tecrîda li Îmraliyê nayê wateya bidawîbûna tecrîdê. Bi salan piştre cara ewil e parêzer çûn serdanê. Jixwe ev divê were kirin. Me gotibû ku dê şandeyeke ji hevserokên me yên giştî û endamên MYK’ê biçe serdanê. Em dixwazin ev pêk were. Divê birêz Ocalan bikare ji bilî DEM Partiyê bi derdorên cuda re jî hevdîtinan bike.” 
 
Mafê hêviyê 
 
Ayşegul Doganê bal kişand ser biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî “Mafê hêviyê” ya Abdullah Ocalan û got ku ev mijar bandorê li jiyana 4 hezar û 350 girtiyan dike. Ayşegul Doganê, got ku divê biryara DMME’yê tavilê were cîbicîkirin.