Li Gumuşhaneyê jinek hat qetilkirin
- 17:53 2 Hezîran 2026
- Rojane
GUMUŞHANE - Li navçeya Torul a Gumuşhaneyê Halîs Pekîn, Arzu Pekîn ya pê re zewicandî qetil kir.
Li navçeya Torul a Gumuşhaneyê Halîs Pekîn, Arzu Pekîn ya pê re zewicandî bi alaveke hişk qetil kir.Gumanbar ji cihê bûyerê dur ket û ekîbên tenduristî û cendermeyan hatin cihê bûyerê. Ekîbên tenduristiyê piştî kontrolê diyar kirin ku Arzu Pekîn jiyana xwe ji dest daye.
Hat hînbûn ku der barê girtina gumanbar de xebat didomin.







