Şîna ji bo Hamdiye Komurcu hat danîn bi meşek girseyî bidawî bû
- 21:37 30 Tebax 2026
- Rojane
MANÎSA – Şîna ji bo Hamdiye Komurcu ya ku di têkoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dabû li Turguluyê hatibû danîn di roja sêyemîn de bi serdan û meşeke girseyî bidawî bû.
Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştgirî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên di Dergûşa Şaristaniyê Wenda Kirine ya Manîsayê (MEBYA-DER), ji bo Hamdiye Komurcu (Eylem) ya ku di 21’ê Gulana 1997’an de li Heftanînê jiyana xwe ji dest dabû bîranîn hate lidarxistin. Girseya ku li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Tûrgûtlûyê ya Manîsayê hat cem hev, bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Rêya şehîd rêya me, Apo ye serokê me”, “Bijî Serok Apo” ber bi mala bîranînê ve meşiya. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çubuk, Endamên Partiya Meclîsê ya DEM Partiyê ya Îzmîrê, Hevserokên DEM Partiyê yên Turgutluyê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, hevserokên MEBYADER-EGE’yê, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Îzmîrê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Hamdiye Komurcu li salonê hatin daliqandin. Bîranîn piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, bi xwendina sirûda “Çerxa Şoreşê” dest pê kir.
‘Têkoşîna şehîdan em anîn vê astê’
Bavê Hediye Komurcu, Bahattîn Komurcu piştî xwendina sirûdê axivî û got: “Berxwedana van mirovan, ked û têkoşîna şehîdan em anîn vê astê. Ew bûn sedem ku em werin vê asta bilind, wan Kurd li cîhanê dan naskirin. Em bi hev dan naskirin. Weke mînak; îro her yek ji me ji bajarekî cuda, ji cihekî cuda bû, berê me hev nas nedikir. Bi saya keda şehîdan îro em hemû hatin cem hev. Têkoşîna me yek e, gotina me yek e. Şehîd namirin, bijî Birêz Ocalan û bijî berxwedana gelê Kurd.”
‘Em ê heta ku aştiyeke ku gelên Tirkiye û Kurdistanê heq dikin bi dest nexin, nasekinin’
Piştre Parlementera DEM Partiyê Bûrcûgul Çubuk axivî û got: “Em bi malbatên ku nikarin bigihîjin gora zarokên xwe jî re, di têkoşîna aştiyê de bi hev re dimeşin. Em têkoşîna aştiyê ya gelan, têkoşîna aştiyê ya bi rûmet mezin dikin û bi vê hêzê, bi hêza ku em ji vir digirin, bi hêza ku em ji malbatên xwe digirin, em careke din li ber çavên we soz didin ku em ê aştiya ku em heq dikin bigihînin serî. Em soz didin ku em ê ji vê rêyê venegerin, em ê her dem xwedî li nirxên gel derkevin. Em ê heta ku jiyan, edalet, azadî û aştiya ku her yek ji me heq dike, ya ku gelên Tirkiye û Kurdistanê heq dikin bi dest nexin, nesekinin.”
‘Em ê xwedî li doza zarokên xwe û şehadeta wan derkevin’
Dayika Aştiyê Peyruze Kurt jî axaftina xwe bi bîrannîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir û wiha got: “Serê malbata me ya hêja, serê gelê Kurd û Kurdistanê sax be, serê Birêz Ocalan sax be; serê wan lehengên ku îro di nava vê dozê de ne sax be. Bi şehîdên xwe serê me bilind e, bi zarokên xwe serê me bilind e. Zarokên me doza gelekî mezlûm meşandin; doza aşitî û azadiyê, doza hebûn û mafê, doza nasnameyê meşandin. Em ê heta dawiyê xwedî li doza wan û şehadeta wan derkevin. Lê wekî Dayikek Aştiyê em naxwazin şîn û rondik hebin. Tevî ku ewqas zilm li ser me heye jî, dema em dibêjin ’em aştiyê dixwazin’ ew pêşiya me digirin, narebikin ku em bimeşin. Qebûlkirina aştiyeke bi vî rengî ne pêkan e. Em bang li wan dikin: ‘Aştiyeke bi rûmet, aştiyeke mayinde, aştiyeke bi rûmet.’ Zarokên me bi serbilindî gihîştin şehadetê. Em jî wekî malbat û dayik dê li şûna wan aştiyeke bi rûmet bixwazin.”
Piştî axaftinan bîranîn bi mewlûda ku hat xwendin bi dawî bû. Tevî ku hewl hat dayîn ku girseya ku xwest ji avahiya DEM Partiyê heta qada bîranînê bimeşe bê astengkirin, girse bi hilgirtina wêneya Hamdiye Komurcu û bi berzkirina dirûşman ber bi cihê bîranînê ve meşiyan.







