Li Almanyayê pêşangeha berhemên girtiyên jin ên siyasî yên Îranê hat vekirin
- 13:34 20 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya çaremîn salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Almanyayê pêşangehek ya berhemên dest ku ji aliyê girtiyên jin ên siyasî yên li Îranê ve hatine çêkirin, hat vekirin. Wê pêşangeh sê rojan dom bike.
Li galeriya Einstein Kultur ya bajarê Munîh yê Almanyayê, bi boneya çaremîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û despêkirina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, dibin pêşengtiya Muzexaneya Tevgera Jinên Gelên Îranê de pêşangehek hunerî ya bi navê ‘Ji evînê ber bi hezkirinê’ hat vekirin.
Di pêşangehê de berhemên dest yên 10 salên borî ku ji aliyê girtiyên jin ên siyasî yên wek; Nêrgiz Mihemedî, Nesrîn Stude, Meryem Ekberî Muneferîd û Leyla Hisên Zade ve di girtîgehên Îranê de hatine çêkirin, hatine nîşandan. Berhemên hatine çêkirin, bi kelûpel û derfetên nava girtîgehê hatine çêkirin. Pêşangeh wê sê rojan vekirî bimîne.
Di pêşangehê de Endama Parlamentoya Ewropayê Hannah Neuman axivî û diyarkir ciwanên gelên Îranê guhertin pêkanîne û wê rejîmê birûxînin. Her wiha da zanîn ku erkê siyasetmedaran ewe ku piştgiriya serhildana gel bikin û tawanbaran bibin pêşberî dadgehê.







