Şêniyên herêma Cizîrê ji bo perwerdeya Kurdî berê xwe dane Qamişloyê

  • 12:32 22 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan şêniyên ji bajar û bajarokên cuda yên herêma Cizîrê, ji bo tevlêbûna çalakiya redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a ji bo kêmkirina asta perwerdeya bi zimanê kurdî, daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî û misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, berê xwe dane bajarê Qamişlo.
 
Şêniyên herêma Cizîrê ji bo beşdariya çalakiya di bin dirûşma “Zimanê me nasnameya me ye” ya ku ji hêla Înîsiyatîfa Gelêrî li pêşiya Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê ya li bajarê Qamişlo hatiye orgenîzekirin, berê xwe dane Qamişloyê. 
 
Şêniyên Dêrikê, Amûdê, Dirbêsiyê, Çilaxa, Til Temir, Tirbespiyê, Girkê Legê, Qamişlo û Hesekê, bi rakirina sembol û alên kurdî ji bo tevlêbûna çalakiyê berê xwe dane cihê çalakiyê, di çalakiyê de wê şênî biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinaê ya hikumeta veguhêz red bikin û dawaza berfirehkirina perwerdeya bi zimanê kurdî bikin.
 
Ev çalakiyê wekî bertek li hemberî biryara “964/2068” a ku 27`ê Tebaxê ji bo dayîna tenê çend saetên dersên zimanê kurdî di dibistanan de tê lidarxistin, ji wê demê ve li herêmê çalakî didomin.