Ji bo Dîlan Şirnex bîranîna girseyî: Em deyndarên wan in
- 12:31 22 Îlon 2026
- Rojane
ŞIRNEX - Ji bo endama PAJK'ê Dîlan Şirnex merasîmeke bîranînê ya girseyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de ev peyam hat dayîn,: "Li vir, em ne tenê şehîdekê, em dîrokekê bi bîr tînin."
Ji bo Rabia Barinç (Dîlan Şirnex) a endama Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) ku ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest dabû û duh li "Goristana Şehîdan a Mehmet Karasungur" a li Binarê Qendîlê hatibû veşartin li bajarê wê Şirnexê merasîmeke bîranînê hat organîzekirin.
Bîranîn li Mizgefta Mezin a li taxa Îsmetpaşayê, bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) pêk hat. Wêneyekî Dîlan Şirnex li ser maseyeke li cihê çalakiyê hat danîn û bi kulîlkan hat dorpêçkirin. Gelek welatî û her wiha nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî yên bajêr beşdarî çalakiyê bûn.
Bi sedan kes li nêzî cihê bîranînê kom bûn û meşek li dar xistin. Di dema meşê de pankarteke bi nivîsa "Şehîdên me rumeta me ne" hat hilgirtin. Beşdaran dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin.
‘Îro jin di jiyanê de pêşengiyê dikin’
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partî) Newroz Aslan Uysal, di merasîma bibîranînê de axivî û got: “Serê hemû gelê me û Kurdistanê sax be. Heval Dilan 32 salan bêwestan ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya. Wê bi her gavekê re şopek hişt. Ked û hewldanên wan bêhempa ne. Ew 32 salan bê navber di nava vê têkoşînê de bû; ked û ruhê wê li her parçeyeke Kurdistanê heye. Ew jineke vê axê bû, jinek bû ku li nava malê jî li azadiyê digeriya. Li vir, em ne tenê şehîdekê, lê parçeyek ji dîrokê bi bîr tînin. Heval Dilan rêya xwe ya ber bi azadiyê ve ji Şirnexê dest pê kir. Îro jin di jiyanê de pêşengiyê dikin û ev yek bi saya ked û hewldanên Heval Dilan û hevalên wê pêk hatiy Em deyndarên wan in. Em dikarin wî deynî bi aştiyeke bi rûmet bidin. Dilan wekî jineke ji Botanê, bûbû sembola têkoşîna azadiyê. Ji ber vê yekê em careke din bi spasdarî wê bi bîr tînin.”
‘Serê tevgera azadiyê sax be’
Piştre bavê Dilan Şirnex, Abdurrahman Barinç, axivî û got: “Heke jineke Kurd îro bikaribe ewqas mirovan bîne cem hev, ev tê wê wateyê ku em deyndarên wan in. Rêberê me girîngiyeke mezin dide jinan. Divê hemû jin ji bo xwe û ji bo gel têbikoşin. Serê hemû gelê me û tevgera azadiyê sax be. Şehîd nemir in.”
Piştî merasîma bibîranînê, mewlûd hat xwendin û bername bi duayan bi dawî bû.







