Li Mêrdîn û navçeyên wê bernameyên 25’ê Mijdarê

  • 20:23 13 Mijdar 2026
  • Rojane
MÊRDÎN - TJA’yê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de ji bo jinên encama tundiya mêr de hatine qetilkirin dar hatin çandin. Li navçeyên cuda yên bajar, atolye û hevdîtin pêk hatin, tundiya li ser jinan, qetilkirinên jinan û polîtîkayên bêcezahiştinê hatin destgirtin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA),  di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Naventeweyî li gundê Akreş a Artuklu ya Mêrdînê ji bo jinên di encama tundiya mêr de hatine qetilkirin dar hatin çandin. Gelek jin tevli bernameyê bûn û dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’ hatin berzkirin.
 
Aktîvîsta TJA’yê Semîre Kut Demîrel axivî  û got: “Di şexsê Xwişkên Mîrabel de em hemû jinên di tÊkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin. Em ê li dijî êrîş û qetilkirinan têkoşîna xwe bidomînin.
 
Li Qoser atolye û Kerboranê hevdîtin
 
Li gundê Ersoy a Qoser a Mêrdînê jî atoleyeya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan pêk hat. Li gundê Wezik a Kerboranê jî hevdîtina jinan pêk hat.
 
Gelek jin tevli atolye û hevdîtinê bûn.