Platforma Tenduristiyê ya Mêrdînê: Divê mafê tenduristiyê nabe mijara bazarê
- 15:34 15 Mijdar 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Platforma Tenduristiyê ya Mêrdînê, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên ku girtiyên nexweş dijîn û got: “Mafê jiyanê û mafê tenduristiyê, mafên bingehîn ên mirovî ne ku divê ji bo her kesî wekhev werin parastin.”
Platforma Tenduristiyê ya Mêrdînê, bi armanca balê bikişîne ser mafê jiyan û tenduristiyê yê girtiyên nexweş, li avahiya platformê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku ji aliyê berdevkê platformê Mucahit Cevheroglu ve hat xwendin de, bal hat kişandina ser pirsgirêkên girtiyên nexweş ên di gihîştina xizmetên tenduristiyê de dijîn û astengkirina tehliyeya wan. Mucahit Cevheroglu ev tişt got: “Mafê jiyanê û mafê tenduristiyê, mafên bingehîn ên mirovî ne ku divê ji bo her kesî bi awayekî wekhev werin parastin. Bêparmayîna ji azadiya, nayê wateya ku mirov ji van mafan bêpar bimîne.”
Mucahit Cevheroglu diyar kir ku ji ber sepandinên sewq û sirgûnê yên domdar, sînorkirinên li ser ragihandinê û astengiyên di gihîştina raporên tenduristiyê de, pêvajoyên tedawiyê yên girtiyên nexweş tê paşguhkirin û wiha pê de çû: “Sewqkirina nexweşxaneyê bi wesayîtên rîngê ku beşên wan teng û yekkesî ne û girtî di van wesayîtan de berî û piştî muayeneyê bi saetan tên sekinandin, ev yek nayê qebûlkirin.”
Mucahit Cevheroglu bertek nîşanî ferzkirina muayeneya bi kelemçe da û got: “Di pêvajoyên muayene û tedawiyê de divê serbixwebûna pîşeyî ya bijîşk, nepeniya nexweş û ya bijîşkî werin parastin. Bandorên polîtîkayên tecrîd û tenêkirinê yên li ser tenduristiya fîzîkî û ruhî divê neyên paşguhkirin. Divê mafê tenduristiyê nabe mijara bazarê û tedawî neyê taloqkirin!”







