Li Bagcilar ji bo budçeya jinan kon hat danîn

  • 15:38 15 Mijdar 2026
  • Ked/Aborî
STENBOL - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ji bo balê bikişîne ser para budçeya jinan û hişyarkirina li ser budçeya jinan, li navçeya Bagcilar a Stenbolê konê agahdarkirinê danî.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hişyarkirina li ser budçeya jinan û balkişandina ser para ku jin ji budçeyê distînin, li Meydana Bagcilar a Stenbolê konê agahdarkirinê danî.
 
Jinan daxwazên xwe bi pankartên ku amade kiribûn anîn ziman û her wiha belavok li welatiyên ku di meydanê re derbas dibûn belav kirin. Jinan di xebatê pêwîstiya guhertina polîtîkayên budçeyê destnîşan kirin da ku jin di jiyana aborî û civakî de xwedî maf û derfetên wekhev bin.
 
Jinan daxwaz kirin ku budçe hewcedarî û daxwazên jinan li ber çavan bigire û çavkanî li ser bingeha wekheviyê werin belavkirin.