ROJEVA 16'YÊ MIJDARA 2026'AN
- 09:00 16 Mijdar 2026
- Rojev
* Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Seçil Bozkuş, ku ji bo 25'ê Mijdarê bang kir û got: "Em ê li Çarxerêya Cîhanê meşekê li dar bixin û em dixwazin hemû jin beşdar bibin û piştgiriyê bidin me. Werin em dengê xwe bilind bikin û hebûna xwe di meşê de nîşan bidin, û bêjin 'Em li vir in'." DÎMEN HEYE
* Dildara Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çatiyê Hazal Gunel, bal kişand ser têkoşîna hevpar a jinan û got: "Pêşîgirtina li tundiyê bi misogerkirina mafên jinan û ew bi jiholêrakirina hemû newekheviyên ku dibin sedema şîdeta mêran dest pê dike." BI DÎMEN
* Polîs Îsmaîl E., ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de hatibû girtin, diyar kir ku di dema lêpirsînê de ji wan re hatiye gotin ku "malbata Gulistan Doku nayê agahdarkirin û pêvajo ji hêla walîtî ve tê koordînekirin."







