Banga ji bo meşa 25'ê Mijdarê: Em hev re dengê xwe bilind bikin

  • 09:03 16 Mijdar 2026
  • Rojane
AMED - Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Seçil Bozkuş, ku ji bo 25'ê Mijdarê bang kir û got: "Em ê li Çarxerêya Cîhanê meşekê li dar bixin û em dixwazin hemû jin beşdar bibin û piştgiriyê bidin me. Werin em dengê xwe bilind bikin û hebûna xwe di meşê de nîşan bidin, û bêjin 'Em li vir in'."
 
25'ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan nêz dibe lê belê tundî û kuştinên li ser jinan berdewam dikin. Her ku êrîşên li ser jinan di hemû warên jiyanê de zêde dibin, têkoşîna ji bo azadiya jinan jî bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê re hîn zêdetir dibe. Îsal, 25'ê Mijdarê ji aliyê jinan ve bi dirûşmeya "Bi hêza xwe û îradeya azad, niha dema jinan e" tê pêşwazîkirin û çalakî têne lidarxistin. Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosayê, Seçil Bozkuş li ser êrîşan û karê ku ew dikin, axivî.
 
'Em vê jiyanê naxwazin'
 
Seçil Bozkuş diyar kir ku sedema zêdebûna hejmara jinan a her roj, zihniyeta serdestiya mêran a hikûmet û dadweriyê ye û wiha got, "Ev yek di şevekê de çênebû; ev rewşek e ku bi salan e didome. Zihniyetek serdestiya mêran heye û dixwaze hebûna xwe bi kuştina jinan bidomîne. Hikûmet naxwaze jin çavên xwe vekin, bixebitin, serxwebûna aborî bi dest bixin. Zihniyeta serdestiya mêran dixwaze pergal bi rêya serdestiyê bijî. Ji ber ku heke jin di bin serdestiyê de nebûna, heke ew bikaribin ramanên xwe bi azadî îfade bikin, dê civakek azadtir derketa holê. Jinên  li cihên kar dixebitin jî bi mobbingê rû bi rû dimînin, zarok di dibistanan de perwerdehiya xelet digirin û bi vî rengî, pergala hikûmetê tê eşkerekirin. Ew vê dixwazin, lê em vê jiyanê naxwazin. Ji aliyekî din ve, mêr wê wekî mînak digirin dema ku dibînin ên dinê nayên cezakirin û fikra ku dewlet ceza nake çêdibe. Mêr ji dadgeh û dadweriyê, cesaretê digirin.”
 
'Jin dê destên xwe bidin hev' 
 
Seçil Bozkuş bi bîr xist ku serhildana Xwişkên Mirabel pêşengiya 25'ê Mijdarê bû û diyar kir ku 25'ê Mijdarê bîranînek berxwedanê diafirîne. Seçil Bozkuş got, "Me ji bo 25'ê Mijdarê bi şîara 'Bi hêza xwe û îradeya azad, niha dema jinan e' kampanyayek da destpêkirin. Em dixwazin li her qadê amade bin, têkoşîna xwişkên Mîrabal bidomînin. Werin em vê têkoşînê nîşanî her jinê li her deverê, li her taxê bidin. Me kampanyaya xwe ya 25'ê Mijdarê li Mêrdîn û Siwêregê dest pê kir. Di doza tecawizê ya li Sêwregê de, parêzer pirsî, 'Ger tecawiz li te hatibe kirin, çima te xwe nekuşt?' Me kampanyaya xwe li Sêwregê li dijî vê têgihîştinê dest pê kir. Me kampanyaya xwe jî vê dawiyê li Amedê dest pê kir. Wekî beşek ji xebata xwe, em panelan li dar dixin, ji taxekê heta taxa din, ji malekê heta malekê diçin. Di rojên pêş de, em ê li Kolana Gazî mil bi mil bi jinan re çemberekê çêbikin û hewl bidin ku dengê xwe bidin bihîstin. Divê jin ji hêza xwe haydar bin û bibêjin, 'Ez dixwazim bi we re tevbigerim.' Divê em hêza xwe nas bikin. Divê em bêjin ku niha dema me jinan e. Divê jin xwe, nasnameyên xwe nas bikin û li ber xwe bidin."
 
‘Werin em dengê xwe bilind bikin’
 
Di dawiyê de, Seçil Bozkuş wiha got: “Mêr dixwazin jin li malê bimînin, nexebitin û bi mûçeyên xwe serdestiya xwe biparêzin. Em dixwazin keda jinan were naskirin, ew di malê de neyên sînordarkirin, mafên wan wekhev bin û wekheviya zayendî were bidestxistin. Em dixwazin dengê me bigihîje her jinê, da ku tu jinek bê deng nemîne. Em ê di 25'ê Mijdarê de li Çerxerêya Cîhanê meşekê li dar bixin û em dixwazin hemî jin beşdar bibin û piştgiriyê bidin me. Werin em dengê xwe bilind bikin û hebûna xwe di meşê de bidin xuyakirin û bêjin em li vir in!”