Girtiya nexweş Newroz Bozkurt rakirin nexweşxaneyê
- 12:53 16 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE - Girtiya nexweş Newroz Bozkurt a ku nezî 28 salin di girtîgehe de ye û nexweşiya wê ya Lenfositik Losemî ya Kronîk heye ji ber ku rewşa wê ya nexweşiyê giran bû rakirin nexweşxaneyê. Newroz Bozkurt ku li nexweşxaneyê ragirtiyê rewşa wê ya xeternek didome.
Girtiya nexweş Newroz Bozkurt a ku Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ragirtiyê roja şemiyê ji ber nirxên wê yê xwînê ketiyê û rewşa wê giran bû ye rakirinê nexweşxaneyê. Her wiha hate gotin ku di vê qonaxê de enzîmên wê yên kezebê jî bilind derketine. Newroz Bozkurt a ku 28 salin girtiyê di meha Hezîrana 2025an de nexweşiya Lenfositik Losemî ya Kronîk (KLL) hatiyê teşhîskirin.
Li gor agahiyên ji parêzer hate wergirtin, wê pêşî rakirinê nexweşxaneya Dewletê ya Sîncanê û paşê ji wir jî sewqî Nexweşxaneya bajêr a Etîkê hatiyê kirin. Newroz Bozkurt li nexweşxaneyê di beşa lêneherîna awartê de tê derman kirin û rewşa wê ya xeternek didomê.
Her wiha parêzerê Newroz Bozkurt diyar kir ku tevî di meha Kanûna sala parde nirxên wê yên xwînê







