Ji bo girtiyên nexweş li pêşberî Girtîgeha Dumluyê daxuyanî hat dayîn

  • 15:32 16 Mijdar 2026
  • Rojane
ERZIROM - Platforma Saziyên Demokratîk a Erzîromê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber Kampusa Saziya Înfaza Ceza ya Dumluyê daxuyanî da û di daxuyaniyê de hat gotin ku astengkirina tehliyeya girtiyên nexweş zirarê dide pêvajoyê.
 
Di daxuyaniyê de ku gelek kes lê amade bûn, Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) a Erziromê Ramazan Karakaş axivî û bi bîr xist ku li gel pirsgirêkên tenduristiyê yên Tuncer Saglam serlêdana wî ya ji bo taloqkirina înfazê hate rexkirin.
 
Ramazan Karakaş anî ziman ku mafê jiyanê yê girtiyên nexweş nayê parastin, berdana wan tê astengkirin û diyar kir ku bernedana girtiyên li ber mirinê zerarê dide pêvajoyê û hiqûqa xwişk û biratiyê.
 
Ramazan Karakaş xwest, pêvajoya teşhîs û dermankirinê, ragirtina li mercên girtîgehê û sewqa ji girtîgehê re ya Saglam bi berfirehî bê lêkolîn.
 
Her wiha bang kir ku têkildarî berpirsyaran pêvajoyên îdarî û edlî bê destpêkirin.
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.