Parêzera Kurd xelata baştirîn kesayetiya jin a 2026’an wergirt
- 15:57 16 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzera Kurd Asya Zengînî ji aliyê Akademiya Borda Amerîkî ve wekî yek ji kesayetiyên jin ên çalak ên sala 2026’an hat xelatkirin. Asya Zengînî vê serkeftina xwe pêşkêşî Kerkûk û Kurdistanê kir.
Li Beyrût a paytexta Lubnanê di merasîmekê de parêzer Asya Zengînî wekî yek ji kesayetiyên çalak ên sala 2026’an hat destnîşankirin û xelata baştirîn kesayetiya jin wergirt.
Ev xelat ji aliyê Akademiya Borda Amerîkî ve pêşkêşî Asya Zengînî hate kirin. Xelat ji bo kesên ku bi rêya kar û çalakiyên xwe bandoreke erênî û berbiçav di civakê de çêkirine û di warê xwe yê pîşeyî de roleke pêşeng lîstine, tê dayîn.
Asya Zengînî piştî wergirtina vê xelatê got: “Ez vê serkeftinê pêşkêşî Kerkûk û Kurdistanê dikim û bi Kurdbûn û Kurdistanîbûna xwe serbilindim.”
Hêjayî gotinê ye ku Asya Zengînî parêzer û çalakvaneke sivîl ya Kurd e. Ew ji bajarê Kerkûkê ye ku bi xebatên xwe yên di warê hiqûq û mafên mirovan de tê naskirin.







