Li Qamişloyê jinan tundiya dîjîtal nîqaş kir
- 16:30 16 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qamişloyê jinan bi boneya 25'ê Mijdarê semînerek li dar xist û tundiya dîjîtal nîqaş kir.
Desteya Kar û Barên Malbatî û Şêniyan a Sûriyeyê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan semînerek li dar xist û tundiya dîjîtal nîqaş kir. Semîner bi sernavê "Tundiya dîjîtal li dijî jinan û bandora wê ya civakî, psîkolojîk û parastina qanûnî" li Parka Xwendinê ya Qamişloyê pêk hat.
Di semînerê de bandora tundiya dîjîtal di aliyê civakî, psîkolojîk û qanûnî de li ser jinan, nirxandin. Rêvebera Desteya Kar û Barên Malbatî û Şêniyan a Sûriyeyê Sebah Şabo mijara bandora tundiya dîjîtal ji aliyê civakî ve, nirxand. Sebah Şabo anî ziman ku bi rêya tundiya dîjîtal li ber jinan digirin û xebatên wan asteng dikin.
Bandora tundiya dîjîtal a li ser psîkolojiya jinan, ji aliyê şêwirmenda psîkolojîk Temara Elî ve hate nirxandin. Temarayê destnîşan kir ku di encama tundiya dîjîtal de gelek jin ditirsin û di aliyê psîkolojîk de ne rehet in, nikarin xew bikin û êdî ji xebatên xwe dûr dikevin.
Mijara qanûnî jî ji aliyê hiqûqnas Henai Yûsif ve hate şîrovekirin. Henaiyê bal kişand ser kuştina jinan û got divê kesên li ser medyaya dîjîtal êrişî jinan dikin werin cezakirin.







