Li Qamişloyê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam dikin
- 21:34 16 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star di çarçoveya pêngava "Ji bo bidawîkirina tundiya li dijî bibin yek" de rêze civîn li bajar û gundewarên Qamişloyê li dar xistin.
Pêngava bi dirûşma "Ji bo bidawîkirina tundiya li dijî bibin yek" ya ku bi boneya 25‘ê Mijdarê Rojo Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ve hatiye destpêkirin, dewam dike. Di vê çarçoveyê de Kongra Star bi armanca balkişandina ser diyardeyên tundiya li ser jinan û rêbazên pêşîlêgirtinê û parastina mafên jinan civîn li bajarokê Girbawî û taxên Enteriyê, Qidûr Beg û Cudî yên Qamişloyê li dar xistin.
Beşdarên civînê bal kişand ser zehmetiyên li pêşiya jinan û diyar kir ku tundiya li dijî wan ne tenê pirsgirêkeke ferdî ye, lê di heman demê de astengiyeke rasteqîn li pêşiya pêşxistin û demokratkbûna civakê ye.
Her wiha hate gotin, hişmendiya baviksalar û edaletên ku azadiya jinan sînordar dikin hîna dewam dikin, lew ra xebateke mezin a rêxistinî û perwerdeyî ji tevgerên jinan tê xwestin.
Beşdaran her wiha nêrîn û ezmûnên xwe yên şikandina bendên bêdengiyê anîn ziman û rêbazên têkoşîna li dijî tundî, îstismar û paşguhkirin û parastina mafên jinan vegotin.
Di dawiyê de ji bo bidawîkirina tundiyê banga xebata hevbeş kirin. Jinan diyar kir ku parastina jinan û bihêzbûna wan bingeha avakirina civakeke hevgirtî û adilane ye.







