
'Ne Tirkiyeyek bê teror divê Komîsyona Heqîqetê bê avakirin'
- 09:03 21 Gulan 2025
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk da zanîn ku baweriya gel a bi pêvajoyê wê bi avakirina komîsyona heqîqetê ya vekirî pêk bê û got divê nêzîkatiya dewletê a li hember DEM Partî û pirsgirêkê biguhere.
Serokê TBMM’ê Numan Kurtulmuş pêşniyara komîsyona bi navê ‘Stratejiya Tirkiyeyê ya Bêteror a Sedsala nû;Komîsyona Piştevanî û Yekitiya Netewî) kir û serokê MHP’ê Devlet Bahçelî jî pêşniyara komîsyoneke ji 100 endamî û ji 16 partiya nûner tevli bibin kir. Parlamentera DEM Partî ya Îzmîrê Burcugul Çubuk pêşniyara komîsyonê erênî dît û got navê komîsyonê jî nîşan dide ku şer nehatiye fêmkirin. Burcugul Çubuk da zanîn ku divê ya bê avakirin komîsyona heqîqetê ya vekiriye û divê nêzîkatiya dewletê a li hember DEM Partî û pirsgirêka Kurd biguhere, di hemû pêvajoyên biryarê de gel bixwe biryarên xwe bigire.
‘Divê nêzîkatiya dewletê biguhere’
Burcugul Çubuk da zanîn ku ji cotmeha 2024’an de hewldanên çareseriyê hene û ev bi dirûşmeya ‘Tirkiyeya bê teror’ tê binavkirin û ev gotin tê wateya ku şer nehatiye fêmkirin. Burcugul Çubuk anî ziman ku dirûşmeya rast rêxistinkirina aştiyeke gelan e û got: “Divê nêzîkatiya li hember pirsgirêkê biguhere. Em îro biçin Amedê jî biçin Tekîrdagê jî em bi Kurdan re biaxivin dibêjin PKK ne sedem, encam e. Wê gotinên wekî; Em bi zilm, qetilkirin û binpêkirina Kurdistanê mezin bûn, ji ber vê ev şer derket. Divê wisa nêzî mijarê bibin. Divê nêzîkatiya li hember mijarê biguhere.”
‘Divê polîtîkayên li gorî hewcedariyên gel bên pêşxistin’
Burcugul Çubuk destnîşan kir ku dewlet li şûna şertên tûj pêşkêş bike divê polîtîkayên li gorî hewcedariyên gelên Tirkiye û Kurdistanê biafirîne û wiha vegot: “Hêza gel a girtinê ketiye. Krîza aborî mezin bûye. Razemeniyên ji bo şer krîzek mezin afirandiye. Dewlet li şûna ji şer re butçeyê veqetîne, aştiya xwe ava kiriba wê îro zarok bi gelek nexweşiyan re nehatiba rû hev. Nexweşiya sorik, dîfterî û her wekî din ji nûve vedigerin. Şer bixwe pirsgirêka tenduristiyê ya gel e.”
‘Em ê soza xwe bînin cih’
Burcugul Çubuk destnîşan kir ku PKK’ê piştî biryara feshkirinê, bi teşeyek hebûnê ya polîtîk a nû xwe datîne holê û wiha vegot: “Di vê mijara feshkirinê de tevlibûna polîtîka înkar, îmha û teslimiyetê tuneye. Heta îro ev kiriye, bedel daye û em bêguman teslimiyetê napên. Ji ber vê jî pirsgirêka esas nêzîkatiya li hember pirsgirêkê ye. DEM Partî jî hewl dide ku nêzîkatiya herî rast pêk bê. Têkoşîn û xebatên me jî derbarê vê de ne. Soza me ya ji bo gelê Kurd û Tirkiyeyê heye. Em ê sozên xwe bigirin.”
‘Divê bombebaran bên rawestandin’
Burcugul Çubuk wiha anî ziman: “Divê Tirkiye beriya her tiştî biryara feshê li ber çavan bigire. Divê ji bo çareseriyê li dijî rastiya gel a bedel daye vê bombebaranê bide rawestandin. Li Kurdistanê xweza tê qetilkirin û her der bê mirov tê hiştin. Divê ev bên rawestandin. Di hemû biryaran de divê gel jî hebin û gel bi xwe biryarên xwe bidin.”
‘Divê dewlet gavê bavêje’
Burcugul Çubuk balkişand ser girtiyên nexweş jî û destnîşan kir ku divê dewlet sererastkirinekê bike û demildest di mijara girtiyan de gavê bavêje. Burcugul Çubuk wiha vegot: “Der barê pêşnûme qanûna nû de partiya me xebatên we dimeşîne. Numan Kurtulmuş komîsyonek aşkera kir, ev di vî alî de rast e: Divê hemû partî tevli bibin. Lê divê parlamenterên serbixwe jî tevli bibe. Ji bilî vê komîsyona tê pêşniyarkirin nêzîkatiya li hember pirsgirêkê nîşan dide. Ji bo me divê bi mutabakatê navê komîsyonê diyar bibe. Divê komîsyonên heqîqetê yên ji gel re vekirî bên avakirin. Divê dewlet baweriyê bide gel. Wek gelê Kurd gelê Tirk jî bawer nake. Divê dewlet di vê mijarê de gavên şênber bavêje.”