
Ji Rêveberiya Xweser konvoya alîkariyê ya ji bo Lazkiyê
- 14:55 21 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Konvoya alîkariyê ya ku ji bo piştevaniya bi gelê Elewî re ji aliyê Rêveberiya Xweser ve bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Pêşketina
Piştevaniya ji bo gelê Elewî ku rastî êrîşên çeteyên girêdayî Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) ya cîhadîst hatibû, berdewam dike. Ji bo piştevaniya bi gelê Elewî re, li qadên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tên birevebirin, bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Pêşketina Mezopotamyayê konvoyek alîkariyê hatibû amadekirin. Konvoya alîkariya mirovane ku di 20’ê Gulanê de di ser Tebqayê re bi rê ket, gihîşt Lazkiyeyê.
Di konvoya alîkariyê ku ev cara duyemîn e ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê şandin de du kamyonên mezin hene. Di van kamyonan de hezar û 500 koliyên xwarinê hene. Çav li rê ye ku alîkarî îro li malbatan bên belavkirin.