
Li Mereşê jinek hat qetilkirin
- 19:14 21 Gulan 2025
- Rojane
MEREŞ – Li Mereşê gumanbarê bi nave Atîlla Ayintapli ku der barê wî de 4 caran biryara durxistinê hatibû dayîn, Eser Karacan ya dest jê berdabû bi çekê qetil kir.
Li Mereşê mêrê bi navê Attîla Ayintapli, Eser Karaca ya ku dest jê berdabû bi çekê qetil kir. Bûyer li nexweşxaneya ku Eser Karacan lê dixebitî hat jiyîn. Tevî hemû mudaxaleyan Eser Karacan nehat xilaskirin. Gumanbar piştî bûyerê ji cihê bûyerê reviya. Piştre gumanbar hat binçavkirin. Hat hînbûnku der barê Gumanbar de 4 caran biryara durxistinê hatiye girtin.