Li dijî qetilkirina jinan çalakî: Em ê têkoşîna jiyana azad bidomînin

  • 21:53 21 Gulan 2025
  • Rojane
STENBOL- Bi pêşengiya Komeleya Dema Jinê li dijî qetilkirinên jinan çalakî pêk hat û wiha hate gotin: “Ji bo mafê jiyanêya her jinî ji bo jiyanek bê tundî û azad em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Komeleya Dema Jinê bi dirûşmeya ‘li dijî qetilkirinên jinan dengê xwe bilind bikin’ li Şîşlî ya Stnebolê li Pangalti Metroyê çalakî pêk anîn. Endamên komeleyê, dayikên aştiyê, TJA, meclîsa jinan a dEM Partiyê, rêxistinên jinan û gelek jin tevli bûn. Kurdiya daxuyaniyê Newroz Unverdî, ya Tirkî jî Dîlek Başalan xwend.
 
Dîlek Başalan da zanîn ku bi salane ji ber polîtîkayên dijminê jinê jin tên qetilkirin û di 2024’an de 394 jin hatine qetilkirin û 258 jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.Dîlek Başalan wiha vegot: “Em ji bo jinek din neyê qetilkirin tên gel hev û dengê xwe bilind dikin. Jin li her derê bi tundiyê re tên rû hev. Hesab ji gumanbaran nayê pirsîn û cezayên pêwist nayên dayîn. Em dibin yek û bi hev re dengê xwe bilind dikin. Gumanbarên jinan kesên ku bi jinan re li heman malê dijîne. Kuştinên jinan polîtikin. Em li dijî vê bêdeng nemînin. Em natirsin û xwe şûnde nadin alî. Em ji vê re dibêjin na.  Em natirsin û serî natewînin. Em ê dengê xwe bilind bikin. Hewl didin di bin navê ‘sala malbatê’ de jinan hepsê malê bikin. lê ji bo jiyaneke bê tundî, ji bo mafê xwe ji bo ku jinek din ji me kêm nebe em têkoşîna xwe dimeşînin.”
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya runiştinê ya yek deqeyî pêk hat û çalakî bi dirûşmeyan dawî bû.