Hevseroka OHD’a Rihayê: Divê mafê hêviyê pêk bê

  • 09:03 22 Gulan 2025
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA - Hevseroka Şaxa ÎHD’a Rihayê Gul Fehîme Bînîcî der barê mafê hêviyê û gavên ku divê Tirkiye bavêje de nirxandin kir û got: “Divê Tirkiye der barê mafê hêviyê de sererastkirinê bike. Divê Tirkiye beriya her tiştî hebûna Kurdan qebûl bike.”
 
Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê tecrîd û îzolasyon didome. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de, cezayê muebeta giran ku bêyî bibe xwedî mafê tahliyeya bi şert a li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn, li gorî ‘rêgeza mafê hêviyê’ li dijî 3’yemîn xala Peyma Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) dît. Lê heta niha Tirkiyeyê der barê mijarê de tu sererastkirinek nekiriye.
 
Serlêdan bên bersiv man
 
Der barê mijarê de di serî de rêxistinên hiqûqê, saziyên civaka sivîl û gelek partiyên siyasî ji bo ku Tirkiye sererastkirinan bike bang dikin. Yek ji komeleyên hiqûqê ya bang dike Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ye. OHD’ê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike bi komî serlêdan kirin lê serlêdan bê bersiv ma.
 
Nîqaşên der barê mafê hêviyê de cihê xwe yê di rojevê de diparêze. Piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ ya Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir, girîngiya mafê hêviyê zêdetir derket holê.
 
Hevseroka OHD’a Rihayê Gul Fehîme Bînîcî der barê mijarê de axivî û got bi mafê hêviyê re qebûlkirina hebûna gelê Kurd jî ferz e.
 
‘Gav nehatine avêtin’
 
Gul Fehîme Bînîcî daxuyakirin ku Konseya Ewropayê der barê mafê hêviyê de heta meha îlonê dem daye Tirkiyeyê û ji bo Tirkiye der barê mafê hêviyê de sererastkirinê bike demeke wisa daye Tirkiyeyê. Gul Fehîme Bînîcî wiha dirêjî dayê: “Heta niha Tirkiyeyê gavek şênber navêtiye. Der barê vê de di pêvajoya 2014-2016’an de pêşnûme qanûnên hatine dayîn jî hene. Lê heta niha tu gavek nehatiye avêtin. Dewlet der barê mafê hêviyê de sererastkirinekê bike; wê di rewşa kesên muebeta giran girtine de jî sererastkirinek bê kirin.”
 
ÎGK û mafê hêviyê
 
Gul Fehîme Bînîcî destnîşan kir ku ligel mafê hêviyê divê Lijneyên Îdarî û Şopandinê jî bên rakirin û di vê mijarê de wiha got: “Lijne tevî biryarên tahliyeya bi şert tê jî, girtiyan tahliye nakin. Pirsên wek ‘hûn der barê PKK’ê de çi difikirin?’, ‘Derbarê Abdullah Ocalan de çi difikirin?, Di alî îdeolojîk de tu li ku ye?’ dipirsin. An jî bi derbasbûna qawişên bêaliyan tehdîd dikin. Di vî alî de divê ev lijne bên rakirin. Heman demê de divê mafê hêviyê pêk bê. Li Tirkiyeyê mafê hêviyê pêk bê û lijne bên rakirin wê guherînek şênber pêk bê.”
 
‘Divê Tirkiye çarçoveya bangê de tevbigere’
 
Gul Fehîme Bînîcî balkişan ser banga ‘aştî û civaka demokratîk’ ya Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de kiriye û got dewletê piştî bangê gavek şênber navêtiye û wiha dawî lê anî: “Divê Tirkiye der barê mafê hêviyê de sererastkirinê bike. Divê Tirkiye beriya her tiştî hebûna Kurdan qebûl bike. Divê Tirkiye çarçoveya bangê de tevbigere.”