Şanoya 'Pergal' ya li ser Demokrasiyê li ser dikê bû

  • 11:31 22 Gulan 2025
  • Çand û Huner
 
AMED -Lîstika şanoyê ya bi navê  'Pergal' ji alyiyê gel ve bi coşt hat pêşwazîkirin.
 
Şanoya bi navê 'Pergal' ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve di çarçoveya pîrozbahiyên 15 'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de hat lîstin, ji alî temaşevanan ve baleke mezin kişand ser xwe. Şano bi beşdariya Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, her wiha Alîkarên Hevşaredaran, Encûmenên şaredariyê û gelek hemwelatî pêk hat.
 
Şano ji aliyê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ve hat organîzekirin, li civakên ku demokrasî lê nîne bi zimanekî îronîk nerazîbûna gel a li hemberî desthilatdar û serdestan tîne ser dikê. 'Pergal' ji ber peyamên xwe yên xurt pesindayinên erênî ji temaşevanan girt û bi çepikan hate bi dawîkirin.