
‘Mafê Kurdan ya qedera xwe tayîn bike heye’
- 09:04 23 Gulan 2025
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Ji Tevgera Welatparêz Şoreşger a Çerkez Turkan Varol da zanîn ku Çerkez mafên ziman û çandî dixwazin û got heyetên ji Kurdan û kesên rêzdarî nîşanê wan didin dikarin bihev re muzakereyan bikin û çareseriyê pêk bînin.
Piştî banga "Aştî û civaka demokratîk" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir şûnde PKK’ê jî biryara feshê da. Bandora vê didome. Tevî van pêşketinan dewletê hîna gavek şênber navêtiye.
Ji Tevgera Welatparêz Şoreşger a Çerkez Turkan Varol da zanîn ku welatê wan Kafkasyaye lê ji ber li Tirkiyeyê belav dijîn, mafên xwe yên çand û zimanê dixwazin.
Turkan Varol got Kurd jî mafê wan yê ku daxwaza otonomê bikin heye. Turkan Varol got divê gel biryarên xwe bixwe bidin û daxuyand ku heyetên ji Kurd û kesên rêzdarî nîşqanê wan didin dikarin bi hev re muzakereyê bikin.
‘Mafê Kurdan yê qedera xwe tayîn bike heye’
Turkan Varol daxuyakirin ku hemû gelên bindest yên li Tirkiyeyê hem tên binpêkirin û got: “Hemû gel jibo mafê ziman, mafê perwerdehiya biz iman çanda xwe têdikoşin. Kurd di alî nifûsê de zedene. Navbera Îran, Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê hatine parçekirin. Heta beşek ji malbatan li welatên din jî mane. Di alî aborî, çandî û ziman de hatine binpêirin. Em heta dawî piştgiriyê didin têkoşîna wan. Mafê Kurdan yê ku qedera xwe tayîn bike heye. Di serî de mafê perwerdehiyê divê bibin rêvberiyek xweser.”
‘Heyet dikarin muzakere bikin’
Turkan Varol bi lêv kir ku ya herî esas divê gelê li çar parçeyan hatine veqetandin bên gel hev û dewleta xwe ava bikin û got: “Ji ber niha ne pêkane divê demek kurt de bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin rêveberiyek xweser a otonom a pergala fînanseya xwe ava dike bê avakirin. Li Tirkiyeyê dikarin biçin dewletek federe an jî rêveberiyek xweser. Dikare heyet bên avakirin. Dikare ev bên muzakerekirin. Lê ya ewil daxwazên Kurdane.”
‘Çerkez daxwaza mafê çandî dikin’
Turkan Varol destnîşan welatê Çerkezan Kafkasyaye û got: “Ji ber surgunan li welatên cuda belav bûn. Li Tirkiyeyê jî belav bûne. Ji ber vê daxwaza wan ya herêmek otonom tuneye, divê tune be jî lê mafê wan yên çandî hene. Dikare dibistan bên vekirin û zimanê wan wek dersa hilbijarte bê dayîn.”