Ji Parlamentoya Kurdistanê ji bo konferansê peyam

  • 16:51 28 Gulan 2025
  • Rojane
 
AMED - Ji Parlamentoya Kurdistanê peyamek ji  Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd re hat şandin û wiha hat gotin, "Divê jin li dijî kesên ku jinan weke bêçare bi nav dikin li ber xwe bidin. Ji ber ku jinan ji bo azadiyê canê xwe feda kirine." 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd li dar dixe. 
 
Ji Parlamentoya Kurdistanê ji bo Konferansê peyamek hat şandin.
 
Peyam wiha ye:
 
"Endamên Rêzdar ên Konferansa Guhertina Demokratîk û Nûnertiya Yekîtiyê,
 
Silav û rêz.
 
Ez ji dil beşdarbûn û hevgirtina we ya di konferansa guhertina demokratîk û nûnertiya yekîtiyê de silav dikim. Ez hêvî dikim ku hûn ê serkeftî bibin.
Min dixwest ez beşdar bibim, lê ji ber qedexeya ku dewleta Tirk li ser min dabû, min nekarî.
 
Lê dîsa jî dilê min her tim bi têkoşîna guhertin û yekitiya jinan a li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê re ye. Me jinan ji bo têkoşîna gelê xwe ya ji bo azadî û mafan bedelên giran dane.
 
Me di avakirina serkirdayetiya neteweyî de bi pêşengiya di gelek waran de erkên cidî girtine ser milê xwe. Em ne ji mêran kêmtir in. Lê dîsa jî hin kes difikirin ku jin qels in. Lê belê jin jî berê xwe dan eniyên şer, ji bo azadiyê bedena xwe kirin mertal û canê xwe feda kirin.
 
Ji ber vê yekê divê em li dijî kesên ku jinan weke bêçare bi nav dikin û vê ferasetê dişkînin li ber xwe bidin. Ji ber ku jinan ji bo azadiyê canê xwe feda kirin.
Ez bi rûmeta şehîdên me, jinên li zindanan li berxwe didin û hemû jinên ji bo azadiyê têdikoşin serbilind im.
 
Bi van daxwazan serkeftin ji we re dixwazim."