
10 sal derbas bû lê hîna edalet tuneye
- 09:05 5 Hezîran 2025
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Di mîtîna ku HDP’ê pêk anî de DAIŞ’ê êriş pêk anî û di teqînê de 4 kesî jiyana xwe ji dest da û 210 kes jî birîndar bûn. Tevî di ser teqînê de 10 sal derbas bû cezayên pêwist li gumanbaran nehatin birîn û der barê ku edalet pêk bê de gav nehatin avêtin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 5’ê Hezîrana 2015’an de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga "Mirovahiya mezin" pêk anî û DAIŞ’ê li hember Mîtîngê êrişa bombeyî pêk anîn. Di encama teqîna du bombeyan de Ramazan Yildiz, Nejanî Kurul, Şehmuz Kaçan, Civan Arslan û Alî Turkmen jiyana xwe ji dest dan bi sedan kes jî birîndar bûn.
Der barê teqînê de li 2’yemîn dadgeha ceza giran a Sîncan a Enqereyê doz 25 runiştî hat berdewam kirin û li Orhan Gonder, Îsmaîl Korkmaz û Mustafa Kiliç her yekê 5 caran muebeta giran hat birîn. Dadgeha doza Îlhamî Balî veqetand û Burhan Gok jî berat kir.
Tevî îxbarê pêşî li êrişê nehat girtin
Orhan Gonder yê DAIŞ’î ku êriş pêk anî, tevî ku derket holê kaçaxê leşkeriyê ye, qeyda wî ya li otelê heye, emniyetê tu tiştek der barê wî de nekiriye. Tevî ku malbata wî gotiye wê êrîşê pêk bîne, êriş nehat astengkirin. Piştî êrişê gumanbar Orhan Gonder diçe Dîlokê û bi Îsmaîl Korkmaz, Mustafa Kiliç û Burhan Gok ku êriş plan kiribûn re hatin girtin. Doz bi hinceta ewlehiyê di 2016’an de birin Enqereyê.
Dosya li dadgeriyê ye
Di runiştaina li 2’yemîn dadgeha ceza giran a Edliyeya Sîncanê hat dîtin de heyeta dadgehê der barê gumanbar Orhan Gonder, Mustafa Kiliç, Îsmaîl Korkmaz de ji ‘binpêkirina destura bingehîn’ cezayê muebeta giran, ji ‘qetilkirina 4 kesî' 4 caran muebeta giran, ji ‘teşebusa kes qetilkirinê’ jî 104 caran 17 sal, ji ‘teşebusa qetilkirinê’ 102 caran 14 sal, ji ‘madeya bi xeter li ser xwe gerandin’ 13 sal 4 meh û cezayê pere birî. Der barê gumanbar Burhan Gok de jî biryara beratê da. Serlêdana îtînafê hat redkirin û dosya li Dadgeryê dipê.
Ceza hatin daxistin
Der barê 14 polîsên ku li qada mîtîngê bi faliyetên kontrolê peywirdar bûn jî li 14’emîn Dadgeha Ceza Asliye ya Amedê doz hat vekirin. Dadgehê der barê wan de sê meh ceza birî. Lê piştre ev ceza daxistin du meh û 15 rojan. Polîs bi qusur nehatin dîtin. Der barê dadgera 14’emîn dadgeha eza giran a Amedê Gulsum Akkoyun de bi hinceta dema lêpirsînê de ‘peywira xwe nebaş bikaraniye’ li Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) gilî hat kirin. Lê der barê gilîkirinê de tu pêşketin jî tuneye.