
Li Tokatê destdirêjî li zarokekê hat kirin
- 13:07 6 Hezîran 2025
- Rojane
TOKAT-Li Tokatê derket holê ku mêrê bi navê K.Y bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiriye.
Li Tokatê derket holê ku mêrê bi navê K.Y bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiriye. Piştî ku zarokê rewş ji malbatê re got, gumanbar hat binçavkirin. Hat hînbûn ku gumanbarê sewqê edliyeyê hatiye kirin, ji aliyê dadgeriyê ve hatiye girtin.
Hat hînbûn ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.