Dayikên Aştiyê: Divê serokatiya me azad bibe

  • 09:03 24 Îlon 2025
  • Rojane
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Dayikên Aştiyê pêvajoya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin nirxand û got: “Leşker  hîna êrîşê gerîlayan dikin. Dewletê ji bo aştiyê ev gav avêtine? Bila dewlet êdî gava şênber bavêje. Divê serokatiya me azad bibe. Çavên me hemûyan li aştiyê ye. Bila aştî pêk bê û her kes ji bo aştiyê rola xwe bilîze.”
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga "Aştî û civaka demokratîk" kir û vê bangê li her derê deng da. Li ser banga Abdullah Ocalan, PKK’ê di 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe pêk anî û biryara feshê da. Piştî vê komek gerîla ya ji 30 kesî pêk dihat di 11’ê Tîrmehê de li bajarê Silêmaniyê ya Başurê Kurdistanê merasîma şewitandina çekan pêk anî. Herî dawî jî li meclîsê komîsyonek hat avakirin.
 
Tevî bangê hîna şert û mercên azadiya Abdullah Ocalan pêk nehatine. Dayikên Aştiyê Emîne Atak û Gulbeyaz Mihçi der barê pêvajoyê de axivîn û gotin divê dewlet demidlest gavê bavêje.
 
‘Çiyayên Kurdistanê bombebaran dikin’
 
Dayika Aştiyê Emîne Atak da zanîn ku keçên wê bi salane hem li PKK hem û hem jî li girtîgehan  li dijî zextan berxwe didin û têkoşin û got: “Ji 27’ê Sibatê de pêvajoya hatiye destpêkirin yek alî didome. Baweriya me bi dewletê nemaye. Em ji bo gavan amade ne. Lê hîna dewleta Tirk gav navêtiye. Ji ber dewlet gavê navêje em bawer nakin. Êrîş hîna didomin. Çiyayên Kurdistanê tên bombebarankirin. Çavê hemû kesî li dewletê ye.”
 
‘Serokê me gavek avêt lê dewletê tiştek nekiriye’
 
Emîne Atak di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wek dayika aştiyê bi salane têkoşînê dimeşîne û wiha vegot: “Divê dewlet demildest gava şênber bavêje. Serokatiya me gav avêt lê dewlet temaşe dike. Tiştekî nake. Zarokên me girtîne. Divê dewlet ji bogirtiyan tiştekî bikin. Em bi partiya xwe bi serokê xwe bawerin. Lê bi dewletê bawer nakin. Kengê gavan bavêje wê demê wê bawerî jî pêk bê.”
 
‘Em bi pêvajoyê bawer nakin’
 
Dayika Aştiyê Gulbeyaz Mihçi jî balkişand ser banga Abdullah Ocalan û piştî vê jî îlankirina agirbestê ya ji aliyê PKK’ê ve hatiye kirin û got: “Hêviya aştiyê em hemû kêfxweş kirin. Ez dayika şehîd, dayika gerîla û dayika girtî me. Ez aştiyê dixwazim. Piştgiriyê didim aştiyê. Lê hîna dewletê gavek navêtiye. Tecrîd didome. Serokê me ne azad e. Zextên li ser girtiyan didomin. Pêvajo wisa nameşe. Divê dewlet gavên şênber bavêje.Gelê Kurd girêdayê PKK û serokatiya xwe ne. Ew çi bêjin em wan esas digirin.”