
Şandeya Jinan a rojavayê Kurdistanê bi akademîsyenan re rûnişt
- 12:20 24 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Jinan a rojavayê Kurdistanê ku li Ewropayê hevdîtinan dike, li Elmanyayê bi gelek rêxistinên jinan û akademîsyenên Kurd, Îranî û Elman re rûnişt.
Di civînê de geşedanên li Sûriyeyê, bi taybetî rewşa li rojavayê Kurdistanê, pirsgirêkên jinan û pêvajoya perwerdeyê li herêmê hatin gotûbêjkirin. Beşdaran her wiha rewşa 3 zanîngehên li rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin. Şandeyê bal kişand ser girîngiya xurtkirina têkiliyên akademîk bi zanîngehên Elmanyayê re.
Şandeyê hevdîtineke din bi rêxistina Terre des Femmes (TDF) re li dar xist ku mezintirîn rêxistina mafên jinan a li Elmanyayê ye. Di hevdîtinê de, rewşa jinan a li Sûriyeyê hate gotûbêjkirin.
Şandeyê diyar kir ku hevdîtinên wan erênî bûn û bal kişand ser girîngiya dan û standin û hevkariya berdewam a li ser mijarên perwerde, mafên mirov û jinan.
Şandeya jinan ji 6`ê Îlonê ve serdana çend welatên Ewropayê dike.
Şande ji rêvebera Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîna Omer, berdevka Meclisa Jinên Sûriyeyê Muna El Hûsif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Komîteya Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û seroka Yekitiya Jinên Suryan Corcêt Bersûm pêk tê.