Abdullah Ocalan: Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne
- 16:17 28 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana Îmraliyê kir. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan silavê Ocalan ji gel re ragihand û got ku Ocalan gotiye ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê û biraziyê Rêber Apo Omer Ocalan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal peyamek parve kir û ragihand ku bi wesîleya Cejna Qurbanê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk aniye.
Omer Ocalan di peyama xwe de wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan bi wesîleya cejnê silavên xwe ji gelê me re ragihand û got ‘Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne, cejna gelê me pîroz dikim’.”








