Sebahat Tuncel: Bêdengbûna çekan têrê nake
- 14:25 17 Mijdar 2026
- Ekolojî
ANTALYA - Aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tuncel diyar kir ku dewlet bi feraseta 'aştiya negatîf' tenê dixwaze çek bêdeng bibe û got, ji bo aştiyeke mayinde divê mafên demokratîk, azadî û wekheviyê bêne misogerkirin.
Di çarçoveya Civîna Bilind a Avhewayê ya Gelan de ku li Antalyayê tê lidarxistin, rûniştinek bi sernavê "Ji Perspektîfa Edaleta Avhewayê Têkoşîna li dijî Mîlîtarîzmê" hate lidarxistin û têkiliya mîlîtarîzmê bi krîza avhewayê û hilweşîna ekolojîk re hate nirxandin.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel li rûniştinê axivî û bal kişand ser têkiliya sîstema kapîtalîst, polîtîkayên mêtingeriyê, şer û zextê bi krîza avhewayê re. Sebahat Tuncel anî ziman ku di Civîna Bilind a Avhewayê ya Gelan de rê û rêbazên avakirina jiyaneke cuda ya li hemberî van polîtîkayan tê nîqaşkirin.
Aktîvîsta TJA'yê diyar kir ku şer ne tenê kuştinê bi xwe re tîne, her wiha dibe sedema hilweşîneke ekolojîk û got, bûyerên li Fîlîstîn, Kurdistan û Lubnanê diqewimin tevahiya mirovahiyê eleqedar dike.
Di dewama axaftina xwe de Sebahat Tuncel qala Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî kir û anî ziman ku ji bo pirsgirêka Kurd ji ser zemîna şer bê derxistin û li ser zemîneke demokratîk were çareserkirin bi salan têkoşîn hate meşandin.
Sebahat Tuncel destnîşan kir ku bêdengbûna çekan bi tena serê xwe nayê wateya aştiyê û ev tespît kir:
"Dewlet aştiya negatîf dixwaze. Dixwaze çek bêdeng bibe, lê belê mafekî nede Kurdan, mafekî nede jinan, mafekî nede sosyalîstan, dixwaze her kesî serî li ber wê bitewîne. Em jî dibêjin em ê bi mafên xwe, bi azadiya xwe aştiyê pêk bînin. Bêyî nîqaşkirina pirsgirêka Kurd gelo aştî dibe? Eger îro çek bêdeng bibe lê belê pirsgirêk neyê çareserkirin, dibe ku sibe şerekî hîn girantir rû bide. Em çi dixwazin? Em paşerojeke wekhev, azad, demokratîk, edalet û azadiyê dixwazin. Em dixwazin bibin welatiyên azad û wekhev ku dema derdikeve derve nekeve nava fikara gelo wê tiştek bê serê min, ez ê bêm girtin an na. Divê civak bi hêza xwe bawer be. Çi hebe bi me re ye, bi jinan re ye. Em hêza xwe biçûk nebînin. Çi wê bê kirin, em dikarin bikin. Ev têkoşîn tenê bi piştevaniyê nabe, lê bi têkoşîna hevpar dibe. Ji Fîlîstînê heta bi Kurdistanê, ji Latîn Emerîkayê heta bi Lubnanê eger em têkoşîneke enternayonalîst, têkoşîna wekhevî, azadî, edalet û demokrasiyê hevpar bikin, em ê bi ser bikevin. Em ê bi ser bixînin, wekî din şensê me nîne."
Di rûniştinê de her wiha bi navê Peace Boat Karen Hallows, ji Yekîtiya Jinan a Navneteweyî ya ji bo Aştî û Azadiyê Hala Kilani, bi navê Saziya Çavdêriyê ya Hawirdorê û Şer (CEOBS) Ellie Kinney, bi navê Tipping Point Deborah Burton, bi navê Dijberên Şer ên Enternasyonal Andrew Metheven, ji Federation for Social Defense Stephan Brües û bi navê Şopandina Red a Wijdanî Merve Arkun jî pêşkêşî kirin.







