Berxwedana Arzoxlî di roja 27'an de dewam dike
- 15:28 17 Mijdar 2026
- Ekolojî
AMED - Çalakiya nobedariyê ya li dijî santrala enerjiya rojê ya li Arzoxlî di roja 27'an de berdewam kir.
Berxwedana li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê ya Zenkar-1 (GES) li Taxa Arzoxlî ya navçeya Sûrê ya Amedê di roja 27'an de berdewam kir. Jinên ku dixwestin biçin cihê projeyê rastî mudaxeleya leşkeran hatin. Piştî ku rê li ber derbasbûnê hat girtin, jinan bi çalakiya rûniştinê bertek nîşan dan.
Jinan bi dirûşmeyên wekî "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Bêdeng nemînin, heke hûn bêdeng bimînin, dora we ye" nerazîbûn nîşanî astengiya polîsan dan.
Piştî çalakiyê, welatî ji bo berdewamkirina berxwedana xwe ber bi konê nobedariyê ve çûn.







