
Li Qamişloyê Mîhrîcana Fîlmên Jinan destpê dike
- 11:37 21 Gulan 2025
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Mîhrîcana Fîlmên Jinan ku wê li bajarê Qamişloyê bê lidarxistin de ji çar aliyê Kurdistanê û cîhanê fîlmên Kurdan û biyaniyan bên nîşandan.Naveroka bernameya Mîhrîcana Fîlm a Jinan diyar bû.
Mîhrîcana Fîlm a Jinan ji aliyê Kolektîfa Keziya Jinên Sînameger ve di navbera 25-31’ê Gulanê de li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê lidarxistin. Sîne Jin Rojava, Hîlal Zêrîn, Kevana Zêrîn piştevaniya mîhrîcanê dikin.
Ji gelek deverên cûda yên Kurdistanê, herêmên Ereban, Emerîkaya Latîn, Elmanya, Ewropayê fîlm hene. Ji gelek deverên dinyayê jin dê beşdarî mîhrîcanê bibin. Di mîhrîcanê de wê semîner, panel werin lidarxistin û her wiha wê gelek fîlm û kurtefîlm bên pêşandan. Di Mîhrîcana Filman a Jinan de wê her roj semîner û film û kurte fîlm werin pêşandan.