
Nerazîbûnên li dijî cezayên darvekirinê berfireh dibin
- 16:12 21 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştgiriya ji kampanya “Sêşemên Na ji Darvekirinê re” li Rojhilatê Kurdistan, Îran û welatên Ewropayê berfireh dibe. Jinên girtî jî bi peyaman piştgiriya xwe ya bi kampanyê re nîşan dan.
Duh piştî ku kampanya “Sêşemên Na ji Darvekirinê re” hat ragihandin, li 20 bajarên cûda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, her wiha li hin bajarên Ewropayê kesûkarên girtiyên siyasî, ciwanên nerazî, çalakvanên mafên mirov, kesayetên azadîxwaz bi tevlîbûna kampanyê nerazîbûna xwe ya li dijî cezayên darvekirinên anîn ziman.
Çalakvanan bi dirûşmên “Ji darvekirinan re na”, “Cezayên darvekirinê hilweşînin” û “Zarokên me nekujin” nerazîbûna xwe nîşandan.
Li aliyê din girtiyên siyasî yên jin li girtîgeha Evînê jî bi dirûşmên “Ne bêdengkirin, ne darvekirin nejî gef êdî bandor nake”, “Divê hikûmet cezayên darvekirinê hilweşîne”, “Divê girtiyên siyasî bên berdan” û “Mirin ji bo dîkdator” piştgirî dan kampanyê.
Her wiha Kampanya “Sêşemên Na ji Darvekirinê re” di hefteya 69’an de li dijî cezayê darvekirinê yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di daxuyaniyek da û ji hemû welatiyan û ciwanan xwest dengê xwe li beramberî darvekirinan bilind kin û piştgiriya kampanyê bikin.
Li gor raporên rêxistinên navdewletî, Îran yek ji wan welatên herî zêde cezayê darvekirinê lê tê pêkanîne. Piraniya kesên tên darvekirin jî xwepêşander, çalakvanên siyasî, welatiyên Kurd û Belûcî ne.