Li Depê li dijî tiryake banga piştevaniyê
- 15:45 29 Tebax 2026
- Rojane
XARPÊT - DEM Partiyê li dijî tiryakê li navçeya Depê ya Xarpetê daxuyanî da û hat diyar kirin ku li dijî madeyên hişbir bêdeng nemînin, ciwanan tenê nehêlin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) a Xarpetê û Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Depê di çarçoveya pêngava"Rabin" de li dijî hişbirê daxuyanî dan. Endam û rêveberên DEM Partiyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî tiryakê, fuhûşê û çetebûnê em xwedî li pêşeroja derdikevin” hat vekirin. Li ser navê girseyî Baran Tûrantepe axivî.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di taxên wan, gundên wan û qadên wan de ji bo ciwana divê torên piştevaniyê werin avakirin, komûn werin avakirin û gihîştina ciwanan a ji bo qadên çand, huner, perwerde û hilberînê bê bihêzkirin. Ciwanên ku madeyên hişbir bi kar tînin divê neyên dûrxistin, divê bi hêza piştevaniyê ya civakê dîsa werin qezenckirin. Armanca me ne windakirina ciwanên me ye, armanca me qezenckirina wan e. Li dijî jehrê em dixwazin jiyanê, li dijî tenêtiyê piştevaniyê û li dijî bêpêşerojiyê hêviyê mezin bikin. Em dibêjin ku li her tax û gundekî Depê li dijî madeyên hişbir, xebatên hişyariya civakî werin meşandin; malbat, ciwan, kedkarên tenduristiyê û saziyên civakî yên herêmî bi hev re tevbigerin.
Em kesên ku madeyên hişbir difroşin û ciwanan ber bi tiryakê ve dikişînin, hişyar dikin. Dest û hişmendiya xwe ya qirêj ji ciwanên ku li ser van axên berxwedanê dijîn, dûr bixin. Pêşeroja Depê ji berjewendiya çend kesan bi nirxtir e. Ji vir em bang li hemû gelê Depê dikin; Li dijî madeyên hişbirê bêdeng nemînin. Ciwanên me tenê nehêlin, tax û gundên me veguhêzînin qadên piştevaniyê. Werin em pêşeroja ciwanên xwe bi hev re biparêzin.”







