Bîranîna Nisêbîne: Em xeyalên wan pêk bînin
- 16:26 29 Tebax 2026
- Rojane
Oznûr Deger
MÊRDİN - Welatiyên ku li Nisêbînê di bîranîna ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane de axivîn, ev peyam dan: "Em ê xeyalên wan pêk bînin."
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, ji bo kesên ku di dem û li cihên cuda di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bîranîn hat lidarxistin. Ev ev bîranîna ku bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Çandê ya Malbatên Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) li Bazara Girtî tê lidarxistin, di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dike.
Ji saetên serê sibê ve bi hezaran kes beşdarî bîranînê bûn û bê navber dirûşma "Şehîd namirin" hat berzkirin. Beşdaran hesta xwe ya deyndariyê li hemberî şehîdan anîn ziman û soz dan ku ew ê xeyalên wan pêk bînin.
Ji bo gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane Mewlîd hat xwendin û tê payîn ku bîranîn bi merasîmeke bîranînê ya saet 17:30'î de bi dawî bibe.







