Li Amedê jinan li ser rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin

  • 18:47 16 Mijdar 2026
  • Rojane
AMED - Li navçeyên Rezan û Erxenîyê, di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de hevdîtin û civînên perwerdeyê hatin lidarxistin û jin li ser şîdeta li dijî jinan, wekheviya zayendî û rêbazên têkoşîna li dijî şîdetê axivîn.
 
Çalakiyên jinan ên di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de, bi pêşengiya Rêveberiya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Rezanê, dewam dikin. Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Fatime Uzul Levent, rêveberên Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), xebatkarên şaredariyê û gelek jin beşdarî hevdîtinê bûn.
 
Leyla Ayaz di civînê de axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî tundiya li ser jinê û hevgirtina jinan û destnîşan kir ku wê têkoşîn bidome û berfirehtir bibe.
 
Di çarçoveya çalakiyê de ji aliyê psîkologa saziyê ve atolyeya bi navê “Tundî û cureyên tundiyê” hate lidarxistin. Di komxebatê de jinan serpêhatiyên jiyanê, çavdêrî û ramanên xwe parve kirin û çareseriyê pêşniyar kirin.
 
Piştî çalakiyê broşurên agahdarkirinê yên Navenda Piştevaniya Jinan a Kardelen ku mekanîzmayên serlêdana li dijî tundiyê vedihewîne, hatin belavkirin.
 
Perwerdehiya wekheviya zayendî ya li Erxeniyê
 
Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de, Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Erxenî ji bo karmendên şaredariyê perwerdehiya "Wekheviya Zayendî" li dar xist.
 
Di perwerdehiya ku li avahiya xizmetguzariya şaredariyê hat lidarxistin de, agahdarî li ser dîroka têkoşîna jinan, cureyên tundûtûjiyê û mekanîzmayên sepandinê hatin dayîn.