‘Serpêhatiyên Nîkoyê Şilbik’ derdikeve ser dikê

  • 13:29 19 Mijdar 2026
  • Çand û Huner
AMED - Lîstika bi navê “Serpêhatiya Nîkoyê Şilbik” a ku îluzyon û nîşandanên balonan tîne cem hev, promiyera xwe di 22yê Mijdarê de pêk tîne.
 
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê promiyera lîstika bi navê “Serpêhatiyê Nîkoyê Şilbik” a ku îluzyon û nîşandanên peqpeqokan tîne cem hev, di 22yê Mijdarê saet di 13:00an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê li dar bixe. Lîstika ku derhêneriya wê Elvan Koçer dike û Mehmet Veysi Yoldaş nivîsandiye û dilîze, dê cîhana efsûnî ya îluzyonê û nîşandanên balonên rengîn bîne ser dikê.
 
Di nîşandanê de çîroka îluzyonîstê şêrîn Nîko tê vegotin ku ji bo bigihîje sîrka mezin a li Welatê Keskesorê tê îstasyona trênê lê ji ber xemsariya xwe nagehe trênê. Nîko bi hezkirin û piştgiriya zarok û temaşevanên ku li îstasyonê li bendê ne wêrekiyê digire û dest bi nîşandana xwe dike; di carekê de xwe bi temaşevanan re li Welatê Peqpeqokan ê fantastîk dibîne.
 
Nîko û zarok bi peqpeqokên rengîn dilîzin, tama xweza û hevaltiyê derdixin û ji bîr dikin ka dem çawa derbas dibe. Nîko careke din jî nagehe trênê, lê vê carê fêm dike ku ew ne bi tenê ye û keşif dike ku hevaltiya rastîn û parvekirin nîşandana herî mezin e.