TJA’yê banga tevlibûna meşa mezin kir

  • 19:21 30 Gulan 2025
  • Rojane
AMED - TJA ji bo meşa mezin bi dirûşmeya ‘Em ji bo Aştiya civakî û Çareseriya Demorkatîk dimeşin’ wê pêk bê xebatên xwe bê navber didomîne.
 
Sibê li Amedê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) wê bi dirûşmeya ‘Em ji bo Aştiya civakî û Çareseriya Demorkatîk dimeşin’ meşa mezin pêk bê. Jinên TJA’yê ji bo meşê li navçeyên Amedê belavok belavkirin û gel xwendiyê meşê kir. Parlametnera DEM Partiyê ya Muşê Sumeyye Boz û hevşaredarê Yenîşehîrê Mehmet Ergun jî tevli xebatan bû.
 
Meş ji ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wê heta Birca Bizinê bidome.