
Xizmên Windayan: Bê edalet aştî pêk nayê
- 13:23 31 Gulan 2025
- Rojane
AMED - Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'a Amedê di hefteya 851emîn de kujerên Hasab Ocak pirsîn û xwestin dewlet hesab bide û faîl bên cezakirin.
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Parka Koşuyolu kom bûn. Girseyê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê pankarta mezin ku wêneyên windakiriyan li ser heye raxistin û çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” berdewam kirin. Di çalakiya hefteyê 851emîn de kujerên Hasan Ocakê ku di 21'ê Adarê 1995'an de hatibû revandin pirsîn. Xizmên Windayan, endam û rêveberên ÎHDê, Hevseroka giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û bi dehan kes tev li çalakiyê bûn.
Li vir ewilî Serokê ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz axivî û diyar kir ku bi dehan sal in li qadan in û wiha axivî: “Deshilatê xwest têkoşîna me asteng bike. Îro li qada Galatasarayê tê astengkirin. Heta ku kujer neyên cezakirin dê aştî pêş nekeve. Divê Qada Galatasarayê li dayîken şemiyê bê vekirin. Dîsa divê arîşa sûcên li vî welatî hatine kirin bên vekirin.”
Paşê endama Meclisa ESP Beycan Taşkiran axivî û da zanîn ku ew îro ji bo berxwedana xizmên windayan bê xuyakirin li vir in û fot: “Desthilatdar ji bo serhildana gelan bitepisîne gelek kes winda kirin. Çend sal derbas bibe jî têkoşîna me dê bidome.”
Durê Hevseroka giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari axivî û diyar kirin ku ew deyndarê keda windayan in û got: “Li vî welatî kesen ku aştî, çareserkirina pirsgirêka Kurd dixwestin gelek bedelên giran dan. Wan kesan li pişt xwe çîrokên xwe hiştin. Dîroka keda wan di dîroka me de dijî. Îro em siyaseta Tirkiyeyê hatibûn astê kesen ku wêneyên wan li vir, kesen ku di girtigêhan de berxwedana em li vir in. Banga birêz Abdullah Ocalan hêviya aştiyê geş kir. Em soz didin ku berxwedana wa em ê bilind bikin. Em îro behsa aştiyê dikin dîve faîlên wan kesan bên dîtin ku aştî mimkûn bibe. Ez kesên ku çîqas êş kişandiye jî gotina aştiyê her dem anîne ziman li ber têkoşîna wan bejna xwe ditewînim.”
Piştre Endamê Komîsyona Windayan a ÎHDa Amedê Firat Akdenîz serpêhatiya windakirina Hasan Ocak xwend û wiha got: “Di 21'ê Adara 1995'an de Hasan Ocak hat binçavkirin. Li Stebolê birin avahiya TEMê. Li vir koma TIM-3 a ku Bayram Kartal ser ve rastî bi îşkencê hat. Di binçavan de hin kesan Hasan Ocak dîtin. Lê berpirsiyaran gotin Hasan Ocak nehatiye binçavkirin. Lêgerina malbat û ÎHDê piştî 15ê Gulanê li Stenbolê di goristana bêkesan de Hasan Ocak hat dîtin. Di bedana vî de şopa îşkenceye hat dîtin. Malbata Ocak serî dadgehê da û xwest TIM-3 werê darizandin lê tu lêpirsin nehat çêkirin. Dayîka Hasan Ocak Emîne Ocak serî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) da dadgeh di 15'ê Tirmeha 2004'an de biryar da û dewleta Tirk hikmî tazmînatê kir.
Paşê ji bo Hasan Ocak û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.