Li Şengalê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bernameya perwerdehiyê

  • 20:08 19 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Tilezêrê yê girêdayî Şengalê, di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de ji aliyê Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê ve ji bo mêran perwerdeyek taybet hate dayîn. Di perwerdeyê de mijarên wekî wate û girîngiya jinê, cureyên tundiyê û hevjiyana azad hatin nirxandin.
 
Li navenda Komîna Tilezêrê, bi beşdariya dehan mêran li ser mijarên wekî rêzgirtina ji jinê, pergala modernîteya kapîtalîst a ku jin û mêr dike kole û avakirina jiyaneke hevpar a azad, perwerde hate dayîn. Di perwerdeyê de ji bilî vegotinên endamên Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê, beşdaran jî pirsên xwe pêşkêş kirin û nêrînên xwe parve kirin.
 
‘Gelek cureyên tundiyê hene’
 
Endama Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê Nesrîn Hisên, di perwerdeyê de bal kişand ser dîroka têkiliyên jin û mêr û got: “Di demên berê de jiyaneke hevpar di navbera jin û mêr de hebû. Lêbelê bi derbasbûna demê re jin di nav malê de hate girtin û kar û erkên wê bi karên malê û mezinkirina zarokan re hat sînordarkirin.”
 
NesrînHisên, da zanîn ku ji berbandorên derve, ev rewş di nav civaka Êzidî de jî pêş ket û wiha pê de çû: “Demaem dibêjin tundî, ev tenê nayê wateya lêdanê. Gelek cureyên tundiyê hene. Gelo dema jinek bi kesekî re dizewice, tenê bi wî kesî re dizewice an jî bi tevahiya eşîrê re? Jin nikare bixwe biryara xwe bide. Malbata hevjînê wê, mam, xal û kesên din li ser jiyana wê biryarê didin. Ev yek jî zext û zordariyeke mezin li ser jinê çêdike.”
 
‘Jin û mêr wekhev in’
 
Nesrîn Hisên, wiha behsamijara nextê kir û wiha got: “Di nav civaka me ya Êzidî de mijara nextê jî pirsgirêkek girîng e. Gelek keç û jin tevî ku di jiyana xwe ya zewacê de gelek zehmetiyan dibînin jî ji ber ku nikarin pereyê nextê vegerînin, nikarin careke din vegerin mala bavê xwe. Di encamê de ew jin neçar dimînin ku hemû zehmetiyan bi tenê bijîn.”
 
Nesrîn Hisên, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna xwekuştina keç û jinên ciwan a di nav civaka Êzidî de û wiha axivî: “Gelek keç û jin ji ber ku rêyek din a çareseriyê nabînin, berê xwe didin xwekuştinê. Ew pirsgirêkên xwe dijîn, lê nikarin wan bi kesekî re parve bikin. Divê em li ser vê yekê bifikirin û bipirsin ka em dikarin çawa alîkariya wan bikin. Îro gelek mêr dibêjin ku keç û xwişkên me azad in. Lê gelo azadî çi ye? Tenê ew e ku em destûrê bidin wan derkevin derve? An jî ew e ku em destûrê bidin wan li gorî dilê xwe cil li xwe bikin? Xwedê mêr çawa afirandiye, jin jî wisa afirandiye. Di navbera jin û mêr de tu cudahiyeke bingehîn tune ye.”
 
‘Çareseriya hemû tiştê perwerdê ye’
 
Her wiha Nesrîn Hisên, diyar kir ku êdî keç û jin zextên li ser xwe qebûl nakin û lihemberî van kiryaran helwest digirin. Nesrîn Hisên, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku civakeke tendurist û azad bê avakirin, divê perwerdeyeke baş bê dayîn. Divê dayîk û bav jî xwe baş perwerde bikin ku bikaribin rastî û şaşiyê ji zarokên xwe re fêr bikin.”
 
Perwerde bi pirs û bersivan û bi beşdariya çalak a mêran bi dawî bû.