Dayika girtiyan Sînem Guzel: Hêviya me aştî ye

  • 09:05 31 Gulan 2025
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Dayika girtiyan Sînem Guzel da zanîn ku divê girtiyên siyasî demildest bigihêjin azadiya xwe û da zanîn ku tevî hemû zextên dewletê ew azadî, aştî û yekitiyê diparêzin.
 
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi polîtîkayên tecrîdê her diçe giran dibe. Yek ji van girtîgehan girtîgeha jinan a Bakirkoyê ye. Lêgerîna por û pêlavan tên kirin û îşkenceya psîkolojîk didome. Her wiha li girtiyan lêgerîna tazî tê ferzkirin û bi cezayên dîsîplînê re tenê hiştin, tundiya psîkolojîk û her cureyê din tên kirin. Dayika girtî Hatîce Guzel a 9 sal in li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dimîne, Sînem Guzel der barê mijarê de axivî.
 
Sînem Guzel da zanîn ku Kurd bi salan e di bin zextan de ne û wiha dirêjî dayê: “Bi salan e em zilm û heqeretan dibînin. Lê tevî vê em destê aştiyê dirêj dikin. Kurd 40 sal in têdikoşin. Ev pêvajo wê bi aştî û edaletê encam bibe. Keça min Xecê dema biçûk bû di 1994-1993’yan de gundê me şewitandin. Em zivistanê bê mal man. Sê rojan em li derve man. Derfet tunebûn. Em ji gund derketin û hatin Stenbolê. Em hemû mirov in. Gelo Misliman tenê mirov in? Her kes mirov e. Keça min Xecê rojnameger bû. Belavkara Kovara Ozgur Halkê bû. Diçû Wanê dixebitî. Salek şûnde hat girtin.”
 
‘Bi dehan carî hat tehdîdkirin’
 
Sînem Guzel daxuyakirin ku keça wê Hatîce Guzel dema rojname belav dikir bi dehan carî hatiye tehdîdkirin û wiha domand: “Keça min li girtîgeha Wanê ma û piştre surgunê gelek bajaran hat kirin. Piştî Wanê surgunê Enqereyê kirin. Salek wê tije nebibû derxistin dadgehê. Parêzeriya geriya got Xecê tahliye bûye. Em rabûn çûn lê parêzer geriya got dîsa hatiye girtin. Li Amed, Wan, Enqereyê û Stenbolê 4 dosyayên wê hene. 9 sal in jî girtiye."
 
‘Tevî hemû zextan em aştiyê dixwazin’
 
Sînem Guzel balkişand ser binpêkirinên mafan yên li ser girtiyên jin û wiha dirêjî dayê: “Zarokên me li girtîgehan her cureyê zextê dibînin. Pişta Xecê û diranê wê diêşiyan. 9 sal in dem bi dem dikin hucreya yekesî. Mehekê qedexeya hevdîtinê didin. Di girtîgehan de girtiyên nexweş hene. Bi vê pêvajoyê re divê girtî bên berdan. Tevî hemû zextan em destê aştiyê dirêj dikin. Her tim zilmê li girtiyan dikin. Di hevdîtinên telefonê de zextan dikin. Kamereyan datînin. Girtî vê eqebûl nakin. Ji ber vê jî cezayê dîsîplînê dibirin.”
 
‘Hêviya me heye’
 
Sînem Guzel di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku girtî li dijî zextan têkoşînek mezin didin û wiha dawî lê anî: “Em li hember îradeya zarokên xwe rêzdar in. Dema em diçin hevdîtinê weke tiştek nebûye bi coş û moral tên. Em li hember ked û berxwedana wan rêzdar in. Hêviya me heye. Tevî kezeba me dayikan dişewite em dibêjin aştî. Em li alî aştiyê û edaletê ne. Em zilmê naxwazin.”