'Tu hêz nikare li hemberî gelê rêxistinkirî bisekine'

  • 09:07 31 Gulan 2025
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA - Di berxwedana Tişrînê de ku 102 kesî jiyana xwe ji dest da, bi serkeftinê encam bû. Leyla Cuma Îbrahîm (Amara) ku bavê xwe Bavê Teyar winda kir wiha got: “Berxwedan û serkeftina wan bû nirxa hevpar a hemû Kurdistanê.” Edlê Bekir jî ku êrîşan de birîndar bû diyar kir ku ew ji mirinê mezintirin û got tu hêz nikare li pêş gelê rêxistinkirî bisekine.
 
Rejîma Baas 8’ê Kanûnê de ket û piştî vê hevsengiyên li Sûriyeyê guherîn. Piştî vê Tirkiye û hêzên paramîlîter yên girêydayê wê êrîşê Bendava Tişrînê kirin. Li hember vê berxwedanek mezin hat nîşandan û di êrîşên Tirkiyeyê de di 19’ê Kanûnê de nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Cîhan Bîlgîn û rojnameger Nazim Daştan , rojnameger Egîd Roj jî 15’ê Sibatê de hat qetilkirin. Her wiha di êrîşan de bi giştî 102 kes hatin qetilkirin û bi sedan kes birîndar bûn.
 
Li dijî êrîşan gel di 8’ê Çile de li Tişrînê dest bi çalakiya nobetê kirin. 19’ê Nîsanê de heyeteke ku Fermandarê Giştî yê YPJ’ê Rohilat Efrîn, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Ebdî û hêzên Koalîsyona Navneteweyê nav de çûn serdana çalakiyê. Piştî vê çalakiya nobetê di roja 118’an de 5’ê Gulanê de bi daxuyaniyekê bidawî.
 
Keça, şanoger Bavê Teyar ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dabû, Leyla Cuma Îbrahîm (Amara) ya li girtîgeha Jinan a Erzînganê girtiye ji ajansa me re axivî. Her wiha Edlê Bekîr jî pirsên ajansa me bersivand.
 
‘Destur nedan dagirkirinê’
 
Leyla Cuma Îbrahîm got serkeftina bendava Tirşînê  peyamek girîng bû û got: “Destur nehat dayîn ku tu hêz li ser destkeftiyan runin. Destur nedan dagirkirinê. Çawa gerîla li çiyan berxwe dide, li Rojava berxwedana dîrokî hat dayîn, berxwedana Tişrînê jî  lîstikên hêzên dagirker vala derxist. Li dijî êrîşên çavsor yên dijmin bûn reviyên agir. Xwedî li nirxên xwe derketin.  Destur nedan dagirkirinê.”
 
‘Berxwedan û serkeftin bû nirxa hevpar a Kurdistanê’
 
Leyla Cuma Îbrahîm balkişand ser nirxa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gelê Rojava re afirandiye û wiha bi lêv kir: “Bedel çi dibe bila bibe em ê xwedî li nirxên xwe derketin. Tu serkeftin bê bedel nabe. Her berxwedan bi xwe re serkeftinê tîne. Êrîşên li hember bendavê çiqas giran bin jî berxwedan evqas mezin bû. Serkeftin û berxwedana wan bû nirxa hevpar a Kurdistanê. Dema behsa Bavê Teyar dikim tenê hestên xwe naynim ziman. Ji ber bi hezaran kesî heman hest jiyan kir.
 
Tişrîn azad bû
 
Di 2017’an de li qadên gerîla me hevdîtinek kir. Gotina ku dubare dubare jin re got ev bû:’Em ketin vê riya pîroz, ji bilî vê cihekî em biçin tuneye. Em ê kedê bidin û divê tu jî bi vê hişmendiyê gavê bavêjî.’ Wî mirinek ji rêzê tercîh nekir. Jiyana wî bi berxwedanê derbas bû û bû mirina wî.  Ez dizanim çavên wî vekirî neçû. Ji ber encama berxwedanê de Tişrîn azad bû.Tevgera azadiya Kurd roj bi roj xwe nû dike. Di xeta serokatiyê de xwe nû dike. Em girtiyên jin berxwedêrên Tişrînê û berxwedana her çar alî Kurdistanê silav dikin. Tişrînê mohra xwe li dîrokê da. Careke din hemû berxwedêran silav dikim.”
 
‘Tu hêz nikare li pêş gelê rêxistinkirî bisekine’
 
Edlê Bekîr ku dema berxwedan Tişrînê de got ‘Em ji mirinê mezintirin’ diyar kir ku ew kesên ku di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tîne û wiha anî ziman: “Me li bendavê bedelên mezin dan.Yên moral dan me berxwedêr û şervan bûn. Em jî li wir bûn. Dema em diçûn bendavê em tabutên xwe diçûn. Yên diçûn wir mirin didan ber çavên xwe. Em gelê xwe silav dikin. Me gelê Rojava ev baş fêm kir. Tu hêz nikare li pêş gelê rêxistinikrî bisekine. Me li dijî çekên giran berxweda. Belê ji ber vê em dibêjin. Em ji mirinê natirsin. Ji bo çapemeniya ku kedek mezin da jî spas dikim. Dengê me bi cîhanê dan bihistin.”