Standa Navenda Jiyana Bêglûten eleqeyeke mezin dît
- 14:31 18 Mijdar 2026
- Rojane
AMED -Navenda Jiyana Bêglûten a Şaredariya Peyasê, ku di 8’emîn Fûara Gûrme û Çêjên Herêmî ya Mezopotamyayê de cih girt, rastî eleqeyeke mezin hat. Fûar li Navenda Fûar û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê dest pê kir û çanda dewlemend a pêjgehê, potansiyela gastronomiyê û çêjên herêmî tîne ba hev.
Berhemên Navenda Jiyana Bêglûten ku ji aliyê Şaredariya Peyasê ve hatine amadekirin da ku gihîştina parêza bêglûten hêsantir bikin û piştgiriyê bidin kesên bi nexweşiya çol-yakê ne, ji aliyê serdanvanan ve gelekî hatin ecibandin. Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dûndar tevî alîkarên hevşaredaran, endamên meclîsê û rêveberên Komeleya Çol-yakê ya Amedê çûn serdana standê û derbarê berhemên tên pêşandan û pêvajoyên wan ên hilberînê de agahî stendin.
Fûar, ku hevgirtin û hevkariya di navbera hilberîner û xebatkarên qada gastronomiyê de xurttir dike, wê heta 22ê Mijdarê ji bo serdanvanan vekirî be.







