Li Stenbolê hevdîtina 25’ê Mijdarê

  • 21:40 19 Mijdar 2026
  • Rojane
STENBOL- TJA, meclîsên jinan yên DEM Partî û DBP’ê li Kartalê hevdîtina jinan pêk anî. Parêzer Hatîce Dogan ku di hevdîtinê de axivî  diyar kir ku têkoşîna li dijî tundiya li hember jinê ferze û got: “Qanûna 6284 divê ne tenê li ser kaxizê be. Divê di pêkanînê de be.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), meclîsê Jinan yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî li avahiya DEM Partî ya Kartalê bi dirûşmeye ‘dema hûnandina hevjiyana azade’ hevdîtin pêk an.
 
Di hevdîtinê de sînevîzyoneke li ser girîngiya têkoşîna 25’ê Mijdarê hat nîşandan û piştî vê li ser têgeha ‘kujerê kastîk’ sohbet hat kirin. Jinan der barê jiyana xwe de tecrubeyên xwe parverkirin. Parêzer Hatîce Dogan jî di hevdîtinê de axivî û wiha got: “Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ferze.  Qanûna 6284 divê ne tenê li ser kaxizê be. Divê di pêkanînê de be.”