Li Antalyayê çalakiyên 25'ê Mijdarê
- 16:55 20 Mijdar 2026
- Rojane
ANTALYA - Li Antalyayê TUHAY-DER ji bo girtiyên jin daxuyaniyek da û banga serbestberdana girtiyan kir. Platforma Jinan a Antalyayê jî kart ji girtiyên jin re şand.
Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan de, li Antalyayê Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), ji bo girtiyên nexweş daxuyanî da û Platforma Jinan a Antalyayê jî ji girtiyên jin re kart şand.
Bila girtiyên nexweş bên berdan
TUHAY-DER, di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li pêşiya Edliyeya Antalyayê daxuyaniyek da û xwest ku girtiyên jin ên nexweş û temenmezin ên li girtîgehan bên berdan.
Di daxuyaniyê de, di metna ku ji aliyê Hevseroka TUHAY-DER’ê Nazîme Bayhan û Hulya Ayik ve hat xwendin de, bal hat kişandin ser pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên jin, astengiyên li pêşiya gihîştina wan a dermankirinê û taloqkirina berdana wan.
Girtiyên jin re kart hatin şandin
Platforma Jinan a Antalyayê jî di çarçoveya 25’ê Mijdarêz de li pêşiya PTT’a Gullukê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Hevseroka DEM Partiyê ya Antalyayê Vahîde Dogan ku daxuyanî xwend, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên jin ên li girtîgehan û xwest ku girtiyên jin ên siyasî û girtiyên nexweş ên giran bên berdan.
Piştî daxuyaniyê jin derbasî postexaneyê bûn û ji bo girtiyên jin kartên piştgiriyê şandin.







