Tundiya ku di bin serdestiya mêran de bûye pêkhateyî

  • 09:07 20 Mijdar 2026
  • Jineolojî
"Hemû îdeolojî, heta roja îro, wekî komek taybetmendî û dînamîkan ku dişibin qanûnên mayînde û diyarker kar dikin ku ji derve ve li ser xwezaya civakî hatine ferzkirin. Di vê çarçoveyê de, têgihiştin û eşkerekirina xwezaya tundiyê ka ew çawa xwe ava dike û dike saziyeke mayinde û her wiha bi pêşxistina teoriyan çawa dibe pergal pêdivî bi lêkolîneke gelek berfireh dibîne."
 
Ruşen Samsat
 
Bêguman tundiya herî mezin û hov, şerê li dijî jin û bedena jinê hatiye meşandinê ye. Tundiya ku li dijî jin û di şexsê jinê de li civakê tê kirin ji hev nayê qûtkirin. Heta tundiya li ser jinê her diçe li ser civakê sîstematîk dibe û em îro vê bi aşkera dibînin. Polîtîkayên beden yên modernîteyê yên wekê bedewbûn, estektîkê, li hember hebûna mirov bi awayekî sîstematîk wek tundî û serdestî hatiye kirin. Wek di bilindbûna hovîtiya rêxistinkirî de hatiye destnîşan kirin.
 
Çalakiyên tundiya pergala civaka modern ku beden hedef digire, ji cureyên din yên tundiyê hîn girantirin. Heta dikare bê îdiakirin ku aliyê cuda yê modernbûnê fetîşîzma bedene. Ev ji kontrola kes, heta bikarhêneriya navenda wê bedene û heta êrîşên li ser beden gelek tiştî ava dike. (Sinisa Malesevic, Bilindbûna hovîtiya rêxistinkirî)
 
Kapîtalîstm hîn bêtir hildiweşîne, dişewitîne û tundî li her qada jiyanê belav bûye, mirovahî bi pirsgirêkên hebûnê re aniye rû hev. Li ser mirovahî, civak û xwezayê operasyoneke topyekun tê meşandin. Hebûn û tunebûn, mirin û jiyan, bi hev re bûne yek û di dîrokê de tu carê evqas neguherîne hev û din. Nokteya ku kapîtalîzmê mirovahiyê aniye, bûye kavila bazirganî û zayendî. Em krîza ontolojîk wek cureyê mirovahiyê wek zayendî, hilweşîna derketiye holê bi kîjan cureyê tundiyê dikarin derxin pêş? Ne dewlet, ne artêş, ne burokrasî ne jî hiqûq; Ne desthilatdariya çîna rêxistinkirî ne jî  pergala desthilatdariya bîo. Ev hilweşîn û tundiyeke tê jiyînê ye. Di esasê de modernîte bi xwe tune dike têk dibe. Ev rewş hebûna mirovahiyê xweza civakê lê di esasê de şaristanî xwe dike pirsgirêk. Civak çawa dikare veguhere çavsoriyeke ku xwezayê dixwe tune dike? Em ê tundiyê çawa pênase bikin û rêxistibûna wê bi kîjan perspektîfê dikarin bidin runiştandin.
 
Pênasekirina kapîtalîzmê ku pir caran wekî şaristaniyê bi temamî, wekî qonaxa wê ya pêşveçûnê ya "herî pêşketî", an jî heta wekî "civakekê" serbixwe tê dîtin bi rêya çerçoveyên teng ên çînî, pozîtîvîst, îdeolojîk, aborî û siyasî, têrê nake ku asta dînahiya ku ev pergal gihîştiyê an jî xwezaya tirsnak a pêkhateya wê rave bike. Bi rastî, pênaseyên wiha fêmkirina rastîn a pergalê, derxistina wateyê jê, an jî dîtina rêyeke derketinê an jî  çareseriyek an çavkaniyeke hêviyê pêkan nake. Rêya yekane ya ku ji bo mayîna zindî tê pêşkêşkirin an jî  ew riya ewle ya tenê  ew e ku mirov bi her awayî berdewam bike: bi bêdengî û bêyî ku bifikire bijî, bi girtina kesayetiyeke sade an jî saf, nakokiyên di hundirê xwe de ji holê rake û di rewşeke nîv-mirî de teslîm bibe; hemû jî di heman demê de ji her cûre nakokî an gumanekê dûr bimîne. Bi gotineke din, ev pergal cureyekî hebûnê pêşkêş dike ku dişibe ‘xwe mirî nîşandan’ an jî bi awayekî rastir, kuştina piraniya taybetmendiyên mirovî yên di hundirê xwe de û vê yekê wekî çareseriya yekane ya pêkan nîşan dide. Ev fenomen herî zelal heta asteke ku dibe taybetmendiyeke pêkhateyî di rastiya hemdem a jinan û şêwaza hebûna wan de xwe nîşan dide.
 
Fenomenbûna jinbûnê ku ji aliyê tundiya sîstemîk û pêkhateyî ve hatiye avakirin, balkêş e. Heta dipelçiqîne. Nirxandineke Byung-Chul Han ku ferasta estetîka Edmund Burke dinirxîne, bi awayekî bandor derdixe holê. 
 
Estetîka nûjen a bedewiyê, bi estetîka tiştên nerm û xweş-rû dest pê dike. Ew bedenên ku ji bo hesta destdanê kêfê peyda dikin, divê tu berxwedanê nîşan nedin; divê ew nerm û xweşrû bin. Ev rûyekî başkirî ye; nerm e û ji her cûre neyîniyê dûr e. Ji ber vê yekê, hesteke wisa çêdike ku bi temamî ji êş an berxwedanê azad e. Mirov ji bedenek bedew ku hezkirin û dilxweşiyê dixe dilan, li benda berxwedanê namîne. Dev hinekî vekirî ye, bêhnstandin hêdî ye, tevahiya beden di rewşa bêhnvedanê de ye û dest ber bi jêr ve daliqandî ne; rehet û bêxem in. (Byung Chul Han,rizgarkirina tiştên bedew)
 
Li gorî Burke ‘hestiyarî û hesta hundir a qelsbûnê’ li vê zêde dibe. Hewce bi xebatên ku encamên tundiyê dinirxîne heye. Di serdestiya mêr de tundî, jiher cureyê tundiya di dewletê, artêş û burokrasiyê de zêdetir dikuje. Jinan jî mêran jî berbi hilweşînek mezin ve dibe.
 
Her tim nezelalî, veşartin û manîpulekirin bêguman ji ber bandora paradîgma serdestiya mêr pêk tê. Ev di esasê de çavkaniya tundiya herî mezin e. Di nav têkiliya dîrok û civakê de tundiya bi salane li hember jinê pêk tê, pisgirêke cidiye. Tundiya li ser jinê ji formên tundiya din qûtkirin encam û armancên tundiya li ser jinê jî bi xwe re tîne.  Marîa Mîes ku tundiyê wek sira berdewabûna vê pergalê dibîne, di pirtûka xwe de wiha dibêje “Divê were fêmkirin ku tundiya li dijî jinan ne bi argumanên teng û aborînasî yên ku di hesabên dabînkirin û daxwazê yên kapîtalîst de kok digirin, ne jî bi argumanên biyolojîk ên ku wê bi 'xwezaya mêr a sadist' ve girêdidin, bi têra xwe nayê ravekirin. Tundiya li dijî jinan wekî delîlek ji bo diyardeyek dîrokî derketiye holê xizmet dike, diyardeyek ku bi têkiliyên îstismarkirinê yên di navbera mêr û jinan, têkiliyên çînî û têkiliyên navneteweyî de bi kûrahî ve girêdayî ye.” (Maria Mies, baviksalar û tecrube)
 
Hemû îdeolojî, heta roja îro, wekî komek taybetmendî û dînamîkan ku dişibin qanûnên mayînde û diyarker kar dikin ku ji derve ve li ser xwezaya civakî hatine ferzkirin. Di vê çarçoveyê de, têgihiştin û eşkerekirina xwezaya tundiyê ka ew çawa xwe ava dike û dike saziyeke mayinde û her wiha bi pêşxistina teoriyan çawa dibe pergal pêdivî bi lêkolîneke gelek berfireh dibîne.
 
* Nîşe: Berdewam anivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘Tundiya rêxistinkirî ya kujerê civakî yê kastîk û cureyên wê’ wê hefteya pêş bê weşandin.
 
* Ev nivîs ji hejmara 38’an a mijara dosya ‘tundî û berxwedan’ a Kovara jîneolojiyê hatiye girtin.